BI DÎMEN

Şervanê YPG'ê Johnston hat bîranîn: Ez bi kurê xwe re serbilind im

Şervanê YPG'ê Ashley Johnston (Bagok Serhed) ê Awûstralyayî, li ser gora xwe hat bîranîn.

Şervanê YPG'ê Ashley Johnston (Bagok Serhed) ê Awûstralyayî, ku di operasyona Til Hemîsê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê ya sala 2015'an de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de malbat, Kurdistanî, nûnerên Konseya Gel a Kurd û nûnerê KNK'ê Îsmet Taştan amade bûn.

Girseya gel bi wêneyên Johnston û alên YPG/YPJ'ê heta goristanê meşiya û deqeyek rêz girt. Di merasîma bîranînê de mesaja PYD'ê hat xwendin û dayika Johnston got, "Ez bi kurê xwe re serbilind im; li ser navê mirovahiyê tiştekî ku jê bawer dikir, kir."

Di merasîma bîranînê de dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî YPG", "Bijî YPJ", "Bijî Bagok Serhed" hat qîrîn.

...