Serokkomarê Fransayê di meha Çileyê de diçe serdana Tirkiyê

Serokkomarê Fransayê di meha Çileyê de diçe serdana Tirkiyê

Hat ragihandin, Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande dê di meha Çileyê de biçe serdana Tirkiyê.

Li gorî servîsa Fransî ya rojnameya Zamanê, serdan dê di 27-28'ê Çileyê de pêk were. Beriya wê di meha Kanûnê de jî dê Serokkomarê Elmanyayê Joachîm Gaûck biçe Tirkiyê.

Serdana Serokkomarê Fransayê li demeke kurt piştî yekemîn salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd, ku di 9'ê Çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin, rast tê. Tevî ku di ser re nêzî salek derbasbûye jî hînê bûyera qetilkirinê nehatiye ronîkirin.

Beriya hevdîtinên navbera rayedarên Fransî û Tirk, timî li hemberî Kurdan operasyon tên kirin. Di van operasyonan de ji sala 2007'an û vir ve zêdeyî 250 Kurd hatine binçavkirin.