Serokê Talîbanan yê Pakîstanê hate kuştin
Serokê Talîbanan yê Pakîstanê hate kuştin
Serokê Talîbanan yê Pakîstanê hate kuştin
Di encama êrîşên balafirên bê mirov yên Amerîkayê de, serokê Talîbanan yê Pakîstanê Hakîmullah Mehsud jî di nav de herî kêm 5 kes hatin kuştin.
Li gorî rayedarên îstixbaratê yên Pakîstanî diyar kirin ku, dema serokê Talîbanan yê Pakîstanê Hakimullah Mehsudî li herêma Vezîrîstanê ji civînekî ya li mizgeftê derketiye û ji aliyê balafirên bê mirov yên Amerîkayê ve maşîna wê hatiye hedef kirin û di encamê de tevî Hakimullah jî heye herî kêm 5 kes hatine kuştin. Hate zanîn yek ji fermandarên paye bilind jî bi navê Tarik Mahsudî jî di nava kesên kuştî de ye.
Li gor nûçeya Skynews a erebî, yek ji fermandarên mezin yên Talîban Pakistanê daxuyaniyên îstixbaratî yên Pakistanê piştrast kir û da diyar kirin ku, cenazeyê Hakimullah wê îro li bajarê Mîranşah were veşartin.