Serokê Meclîsê: Banga Îmraliyê erênî ye, gelekî kêrhatî ye
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş anî ziman ku ew banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê 'erênî û gelekî kêrhatî' dibîne.
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş anî ziman ku ew banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê 'erênî û gelekî kêrhatî' dibîne.
Nûman Kûrtûlmûş li Enqereyê di bernameyekê de li ser banga 'Aştî û civaka demokratîk' a Rêber Apo axivî.
Nûman Kûrtûlmûş got, "Em di demeke welê de ku wê li herêmê bûyerên nû biqewimin" û bi vî rengî dewam kir: "Em li erdnîgariyeke berfireh a ji xwişk û biratiyê ku cudahî di navbera Tirk, Kurd, Ereb, Acem, Laz, Gurcu, Abaza, Çerkez de nîne, weke cihêrengiya malbateke berfireh heta îro li ser piyan mane û bi xurtî bi pêş ve biçin."
Kûrtûlmûş got, "Dixwazim bibêjim ku em banga ji Îmraliyê hate kirin erênî û gelekî kêrhatî dibînin. Ji bo vê jî em ê bi hev re, bi nêteke baş, bi samîmiyetê bi hev re bixebitin."
Serokê Meclîsê got, "Înşaleh wê di dema herî kin de encam bê bidestxistin û dûrî ji provokasyonan wê xwişk û biratiya me heta bi hetayê li vê xakê, li vê cografyayê dewam bike."
Serokê Meclîsê li ser mijara gavên ku ji bo rêveçûna pêvajoyê ji aliyê desthilatdariyê ve bêne avêtin tiştek negot.