Serokê KKP’ê Çîftyurek: Doza girtina li dijî HDP’ê siyasî ye

Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek: Ji bo Kurdan tenê qada siyasetê nemeclîs e, meclîs eniyek girîng e û divê bi awayek hêsan neyê berdan. Lê eger ku ti rê nemîne cihê siyaseta Kurdan kûçeyên Amedê û bajarên din yên Kurdisanê ne.

Dozên girtina partiyan ku heta îro bi biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), derê 28 partiyên siyasî dane girtin, herî dawî di sala 2008’an de li dijî AKP’ê hatibû rojevê. Dadgeha Bilind, di sala 2008’an de bi hinceta “xebatên wê yên li dijî laîklîkê” li dijî AKP’ê doza girtinê dabû vekirin. Di dozê de Serokwezîrê Tirkiyeyê yê demê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomar Abdullah Gul jî di nav de ji bo 71 kesan heta 5 salan qedexeya siyasetê hatibû xwestin.

Di encama darizandinê de li şûna girtinê piştgiriya xezîneyê ya ji bo AKP’ê hatibû birîn. Piştî vê jî careke din dozên girtinê li partiyên siyasî nehatin vekirin. Piştî 13 salan li dijî HDP’ê ku demeke dirêj e AKP’ê wê hedef nîşan dide doza girtinê hat vekirin. Herî dawî li ser bangên MHP’ê yên ji bo girtina HDP’ê Serokwekîlê Koma AKP’ê Cahît Ozkan, gotibû ku ew jî weke MHP’ê difikirin û wê HDP’ê bigirin.

‘DOZA GIRTINA HDP’Ê SIYASÎ YE’

Serokê Partiya Komînîsta Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, têkildarî vekirina doza girtinê ya HDP’ê nirxandinan kir. Çîftyurek anî ziman ku doza girtina li dijî HDP’ê biryarekî siyasî ye û wiha axivî: “Bi mehane hikûmeta AKP-MHP’ê gefan li HDP’ê dixwe û ji bo vê yekê jî aşkera bû ku wê dozek wiha were vekirin. Ev dozekî siyasî ye û berî her tiştê vê biryarê şermezar dikim. Gelek balkêşe ku berî kongreya MHP’ê du biryarên siyasî hatin girtin. Roja ku wekîltiya Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû hate betalkirin, bi lezgîn doza girtina HDP’ê hate vekirin. Bi vê hewldanên AKP’ê piştevaniya xwe ya ji bo Devlet Bahçelî nîşan da û di heman demê de xwestin pêşiya rexneyên der barê sirûda Tirkiyeyê yên ji bo Erdogan girtin. Ev bi awayek plankirî hate birêvebirin.”

‘GELÊ KURD WÊ LI QADA NEWROZÊ PEYAMA XWE BIDE’

Çîftyurek da zanîn ku demek dirêje sîstemê siyaset ji bo Kurdan qedexe kiriye û wiha pê de çû: “Berî demekê li dijî çar partiyên Kurdewar doza girtinê hate vekirin. Bi vê jî neman doza girtina partiya herî mezin ku Kurd piştevaniyê dikin hate vekirin. Ev tê wateya ku li vî welatî ji bo Kurdan siyaset qedexe ye. Dibêjin Kurd, di Qanûna Bingehîn de tinene û ji bo vê yekê jî siyaset jî ji bo Kurdan qedexe ye. Ev biryara tifaqa AKP-MHP’ê ye. Ev xetereyek mezine û ji vê xeterê derketin gelek zehmete. Muxalefet û kesên xwedî bi wijdanin vê biryarê qebûl nakin. Ti kes vê biryarê qebûl nake bi taybet jî gelên Kurdistanê. Wê di 21’ê Adarê de gelê Kurd nerazîbûna xwe nîşan bide û xwedî li vîna xwe derkeve. Wê bi sed hezaran kes li qada Newrozê bi dengekê berzbikin û bibêjin, ‘Ez qeyûm û felzekeyên we nas nakim. Xwediyê îradeyê ezim û vaye ez li virim’.”

BANGA XWEDÎ DERKETINÊ

Çîftyurek destnîşan kir ku ti hêz nikare bi girtin û qedexeya siyasetê pêşî li siyaseta Kurd bigre û wiha dom kir: “ Ez bang li tifaqa AKP-MHP’ê dikim, ‘bila aqilê xwe bînin serê xwe’. Eger rastiya hebûna Kurdan qebûl dikin, necarin ku rêzê ji îradeya Kurdan re bigrin. Ez bang li raya giştî jî dikim ku ev pirsgirêkekî demokrasiyê û mafê mirovan e. Divê her kes li dora HPD’ê bibin yek û xwedî li îradeya mîlyonan derkevin. Bi dehan caran serî li vê rêbaza girtinê hatiye dayîn û ev rêbaz nebûye çareserî. Eger ku HPD were girtin, wê partiyek din were vekirin, ev qet negirînge. Lê wê ev di dîroka Tirkiyeyê de weke qirêjiyek bimîne.”

BANGA TEVLÎBÛNA NEWROZÊ

Çîftyurek di dawiya axaftina xwe de tevahiya gelên Kurdistanê vexwend pîrozbahiya Newrozê û got: “Ji bo Kurdan tenê qada siyasetê nemeclîse, meclîs eniyek girînge û divê bi awayek hêsan neyê berdan. Lê eger ku ti rê nemîne cihê siyaseta Kurdan kûçeyên Amedê û bajarên din yên Kurdisanê ne. Rojek ji Newrozê re maye û ez bang li tevahiya gelên Kurdistanê dikim ku dijî zext, qeyûm, fezleke û girtina HDP’ê berê xwe bidin qada Newrozê û mafê xwe yê herî rewa bikarbînin û bertekên xwe nîşan bidin.”