‘ Serokatiya Herêmê wek dezgehek hizbî ye’

‘ Serokatiya Herêmê wek dezgehek hizbî ye’

Rexneyên li rêveberiya Başûrê Kûrdistanê her diçin zêde dibin. Bi taybet polîtikayên KDP û serokê heremê ku li ser navê hikûmetê ji aliyê hemû dezgeh û gelê Kurd ve rastî nerazîbûn û rexneyan tên. Di alî aborî, ciwakî û polîtikayên li ser yekîtiyên kurda rexnê tên kirin şirîkê hikûmeta Başûrê Kurdistanê YNK ji tevlî bû. Parlamena Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) rexneyên tund li serokatiya Herêma Kurdistana Federal kirin û dest nîşan kir ku nabe hikûmet dezgehên fermî ji bo berjewendiyên teng ên hizbî werin bikaranîn.

Parlamenterê YNK'ê yê hatî hilbijartin Salar Mehmûd li ser rûpelê xwe yê taybet ê tora civakî Facebookê bi navnîşana 'Serokatiya Herêmê wekî dezgehekî hizbiye' behsa nakokiyên siyasî yên navbera Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dike û rexne li partiya xwe YNK'ê digire ku bêdenge.

Salar Mehmûd li ser nakokiyên di navbera PDK û PYD'ê de wiha dibêje: "Ev demek dirêje pirsgirêkên veşartî di navbera PYD û PDK'ê de hene. Di demên dawiyê de ev pirsgirêk ketin di nava dezgehên ragihandinê de û ji meseleya sînorê navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de zêdetir diyar bû. Ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji çi bigirin.  Di vê demê de pêwîst nedikir û berevajîtiya wê baştir bû."

HELWESTA SEROKATIYA HEREMÊ KONGRA NETEWÎ DIXE METIRSIYÊ

Parlamenterê YNK'ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje: "Bêdengiya partiyên siyasî yên Kurdistanê ya li hember vê alîgiriya serokatiya Herêma Kurdistanê cihê rexneyên tunde. Herwiha ez rexneyê li wê biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê digirim ku bi navê Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye dayîn û sînor li ser yek ji serkirdeyê kurdên Rojava digire ku hê jî kifnê kurê wî Şervan zer nebibû. Di eniya parastina welat û xaka xwe de şehîd bû. Ev kar bûn sedemê Kongreya Neteweyî ji nav biçe, berpirsyartî li ser stoyê kê û çi aliyeke ye? Di demek ku bi milyonan kurd li benda lidarxistina vê kongreyê bûn."

Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd li ser bêdengiya partiya xwe YNK jî wiha dibêje: "Di hemû rewşekê de û niha jî, em dibêjin nabê dezgehên fermî ji bo berjewendiyên teng ên hizbî bên bikaranîn. Ya ji hemûyê dilgirantir jî ew e ku ez nizanim çima YNK li ser vê pirsê tenê bi daxuyaniyekî berdevekê polîtburoyê xwe bes dibîne."