Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan hate red kirin
Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan hate red kirin
Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan hate red kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Stenbolê dabûn û hevdîtin bi hinceta ‘keştî xirabeye’ hate astengkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêza Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, bersivek nerênî girtin. Îdareya girtîgehê ku serlêdana parêzerên Ocalan nirxand, îdiakir ku ‘keştî xirabeye’.
Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji 27'ê Tîrmehê 2011'an û pê ve (657) di bin tecrîdê tê girtin û nikare bi parêzer û xizmên xwe hevdîtin pêk bîne. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dewletê ve her tim bi hincetên wekî "Keştî xerabe ye", Rewşa hewayê ne başe" û "Keştî ji tamîrê vegeriya, lê ewraqên ku ji bo keştiyê ji lîmanê bistînin kêmin" tê red kirin û hevdîtin tê astengkirin.