Serlêdana hevdîtinê ya malbatan dîsan hate redkirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên li Îmraliyê ji bo ku biçine Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kiribûn. Serlêdan ji aliyê Serzodgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  Mehmet Ocalan û wasîsê Ocalan ji bo ku biçine Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdan ji aliyê Serzodgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê  birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirin, birayê  Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysell Aktaş Sabîha Asalan jî  bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kiribûn. Serlêdana malbatan jî hate redkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ji 11’ê Îlona 2016’an ve herî dawî 12’ê Çileya 2018’an hevdîtin bi Ocalan re kiribû.