Rayedarên eyaleta Hessenê naxwazin derbarê xilta MÎT’ê de biaxivin û medyaya AKP’ê jî bi bayê bezê ketin nav qilqala parastina Yazgan.
Yekşema bihurî rojnameya ‘Welt am Sonntag’ê gotibû serkomîsereke ku bi eslê xwe Tirk e, ya li eyaleta Hessenê peywirdar e, bi sîxûrên MÎT’ê yên Elmanyayê re gelek caran rûdine û derbarê wê polîsê de lêpirsîn hatiye vekirin.
ANF’ê 31’ê Tîrmehê ji aboneyên xwe re ragihandibû ku ev komîser Dondu Yazgan e û herî dawî li bajarên Wîesbadenê di beşa ‘polîsa lihevkirinê’ de peywirdar e. Piştî ku nasnameya Yazdang hatibû deşîfrekirin û nûçeya derbarê lêpirsîna wê de beriya ku di rojnameya ‘Welt am Sonntag’ê were weşandin bi heftiyekê bal kişandibû ser wê ku bi tîmê taybet ê JÎTEM’ê Abdullah Agar re hatiye cem hev.
RAYEDARÊN ELMAN ‘GOKÊ DAVÊJIN BER HEV’
Nayê zanîn bê ka aqûbeta lêpirsîna li ser Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayê (UETD) û DÎTÎB’ê, ku Yazgan endamê wan e, bû çi. Rayedarên Hessenê di pirsên derbarê Yazgan de gokê davêjin ber hev. Midûrê Emniyetê yê ku ANF’ê xwe gihandî wan dibêjin, ‘muxatabê vê babetê wezareta navxweyî ya eyaletê ye.’’
Berdevkê Wezareta Navxweyî ku nexwest pirsên me bibersivîne got, ‘Rêxistina Emniyetê ya Eyaleta Hessenê li dosyaya Yazgan dinere, pirsên xwe ji wan bikin.’’ Lê rayedarê ku nexwest navê xwe bide, got ‘dosya li wezareta karê navxweyî ye’.
Rojnameya xwecih a Wîesbadenê piştî ANF’ê bêyî ku berdevkê Wezaretê navê Yazgan bide, axaftinên berdevk wiha dabû: ‘’ ji ber sedema mafê takekes û ewlehiyê naxwazin agahiyê bidin, lê yekîneyên ewlehiyê yên têkildar îfadeya komîsera Tirk standine.’’
YAZGAN WÊ PÊŞÎ BIHATA TERFÎKIRIN?
Midûra Emniyetê ya Eyaleta Hessenê Sabîne Thurau û Serokê Rêxistinê ya Parastina Destûra Eyaletê Robert Schafer mudaxele li rapora Rêxistina Parastina Destûrê ya saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanya ya derbarê Yazgan kiribû.
Piştî ku ev du rayedar ketibûn navberê di rapora duyemîn a derbarê Yazgan de hatibû îdîakirin ku têkiliyên bi MÎT’ê re jê hatine derêxistin, pir normal e ku sefaretxaneyên Tirk ên Frankfûrt û Maînzê re biaxive. Di çapemeniya AKP’ê de jî duh agahiyên cuda hebûn.
Çapemeniya AKP’ê yên weke rojnameya Turkiye û Sabahê, piştî ku têkiliya sîxûra MÎT’ê ya di nav emniyeta Elmanya de derkete holê bi bayê bezê gotin, ‘’Yazgan li Hessenê ji bo ku lîstikên endamên PKK’ê xira kiriye bûye hedef’. ‘Samanyolu Haber’ ku yek ji malpera Cemeata Gulan e îdîa kir ku Yazgan ji hêla polîsên Elman ve hatiye binçavkirin.
Dondu Yazgan gelek caran diçû Tirkiyê û bi rayedarên emniyetê yên Tirk re rûdinişt. Li gorî arşîvên çapemeniya Tirk Yazgan di van 10 salên dawî de salê hema bibêje 2 caran çûye Enqerê.