Serketina QSD'ê li Freiburgê hate pîrozkirin
Serketina şervanên QSD'ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Serketina şervanên QSD'ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Girseya gel bi alên YPG/YPJ û posterên Ocalan li meydana Alte Synagoge li hev civiya.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Rojava, nûnerê PYD'ê yê Freiburgê Mewal Mihemed axivî û diyar kir, paqijkirina Rojava ji çeteyên barbar ên DAÎŞ'ê ne tenê ji bo Kurdan ji bo mirovahiyê hemû desteketiyek e.
Di pîrozbahiyê de govend hate gerandin û serketina şervanên QSD'ê hate pîrozkirin.