Şerîk: AKP mukur hatiye ku dikare rêxistinên xwe yên veşartî bixe nava tevgerê
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, "AKP'ê çawa ku mîrateya 12'ê Îlonê dewr girtiye, JÎTEM jî dewr girtiye."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, "AKP'ê çawa ku mîrateya 12'ê Îlonê dewr girtiye, JÎTEM jî dewr girtiye."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, "AKP'ê çawa ku mîrateya 12'ê Îlonê dewr girtiye, JÎTEM jî dewr girtiye."
Şerîk, beraeta bersûcên doza Cizîr-JÎTEM bi destê dadgeriya AKP'ê ji ANF'ê re nirxand.
Şerîk bibîr xist ku dozên li ser JÎTEM'ê yên di rojên dawî de ji nû ve ketin rojeva raya giştî ya tên taloqkirin yan jî beraetkirin û anî ziman ku darizandina li ser karên JÎTEM'ê yên li Cizîrê jî bi heman rengî bû.
Şerîk got, "Cemal Temîzoz kesekî demekê fermandariya Alayê, Kamîl Atak jî sercerdevanekî demekê Şaredariya Cizîrê kiriye. Dema Cemal Temîzoz fermandariya Alayê dikir, li Cizîrê cînahet û kuştinên kiryar nediyar rû dan. Kamîl Atak û Cemal Temîzoz di vê der barê de hatibûn darizandin û beraet kirin. Di heman demê de doza ku weke doza bingehîn a JÎTEM'ê tê zanîn, li ber bidawîbûnê ye. Doz ji bo meha Kanûnê hat taloqkirin. Lê xuya ye ev doz jî wê bi beraetê bi encam bibe. Girîng e sedemên vê yekê werin nîqaşkirin. Beraetkirina ekîba Cemal Temîzoz û Kamîl Atak rewşeke rasthatî nîne. Encama ji doza bingehîn a JÎTEM'ê derkeve wê rasthatî nebe."
'AKP LI SER MÎRATEYA 12'Ê DIMEŞE'
Şerîk da xuyakirin, ku her kes AKP'ê weke partiyeke li pêş çavan, partiyeke ji asayî dibîne, lê belê rastî ne bi vî rengî ye û ev xal destnîşan kir:
"AKP ne partiyeke ji aliyê mirovekî ve hatiye damezrandin. AKP bi xwe, rewşa nûkirî ya rejîma 12'ê Îlonê di roja îro de ye. Li ser zemîna 12'ê Îlonê hatiye meyandin. Kadroyên wê di nava 12'ê Îlonê de şitil dane. Girseya bingeha AKP'ê jî, rastiya civaka ji aliyê 12'ê Îlonê ve hatiye afirandin e. AKP siyaseta vê dimeşîne. Rêxistinên bi vî rengî xwe li gorî pêwîstiyên demê nû dikin, bê stûn in. Tiştekî ku demekê bi kar tîne, demeke din bi kar nîne. AKP'ê mîrateya 12'ê Îlonê dewr girtiye. Saziyên wê nû kiriye."
'AKP'Ê JÎTEM A 12'Ê ÎLONÊ JÎ DEWR GIRTIYE'
Şerîk bibîr xist, ku Davûtoglû li Wanê gotibû, 'Eger encameke mîna ya 7'ê Hezîranê derkeve holê, wê Torosên Spî xwe nîşan bidin' û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku Torosên Spî hînê li şûan xwe ne, ji bo dîsa bixebite li benda fermanê ne. Ji ber vê yekê gotina Torosên Spî gotineke ji rêzê nîne. Gotineke mukurhatinê ye ku dixwazin bêjin, 'rêxistinên veşartî yên di bin destê wan de ne, kengî bixwazin dikarin bixin nava tevgerê'. Davûtoglû li vê mukur hatiye. AKP'ê, çawa ku mîrateya 12'ê Îlonê dewr girtiye, JÎTEM a wê jî dewr girtiye."
'JÎTEM NIHA BI NAVÊ DAIŞ'Ê TEVDIGERE'
Şerîk da zanîn ku JÎTEM niha bi navê DAIŞ'ê hebûna xwe didomîne, hewl dide her kesî bitirsîne û got, "DAIŞ îro heman tiştî dike. Dixwaze ji aliyê ruhî ve têk bibe û teslîm bigire. Gelo ya ku niha li Kurdistanê, li Farqîn, Gever û Cizîrê tê kirin ne ev e? Sekvan di dewrê de ne. Li Farqînê ji ber qehwexaneyê derbas dibin û bi awayekî vekirî guleyan direşînin. Dikin ku mirov nikaribin derkevin derve. Cesedan li pişt wesayîtan bi erdê re kaş dikin. Bedenên tazî yên gerîla teşhîr dikin. Ti ferq di navbera van û karê DAIŞ'ê nîne. Cudahî di navbera van û karên JÎTEM'ê yên salên 90'î de nîne. Kî niha vê dike. AKP dike."
'BENÊ JÎTEMÊ DI DESTÊ AKP'Ê DE YE'
Şerîk da xuyakirin ku yên li Amed, Enqere, Pirsûsê komkujî kirin, li Cizîrê niha komkujiyê dikin, li Farqînê bombeya li gel dibarînin Hîzbû-kontra û JÎTEM in û got, "Vê yekê niha AKP û DAIŞ dike. Navê hêzên şerê taybet dikare bê guhertin. Benê JÎTEM'ê niha di destê dewleta AKP'ê de ey. Li hemberî Kurdan, hêzên demokrasiyê û gel bi kar tîne. Divê rewş bi vî rengî bê nirxandin."
Şerîk diyar kir ku divê hêzên demokrasiyê li hemberî darbeya AKP'ê, ji bilî hilbijartinê xeteke berxwedanê diyar bikin û got, "Divê ji bo têkoşîneke hevgirtî hewldan bê kirin. Çawa ku AKP'ê darbeya xwe rewa kir, eger têkoşîn neyê dayîn wê dîktatoriya xwe jî rewa bike."