Şerê qirêj ê AKP-DAIŞ'ê li Munchenê hat teşhîrkirin
Li konê agahdarkirinê yê li Munchenê hat vedan, bal hat kişandin ser şerê qirêj ê AKP-DAIŞ'ê û banga çalakiyê li jinan hat kirin.
Li konê agahdarkirinê yê li Munchenê hat vedan, bal hat kişandin ser şerê qirêj ê AKP-DAIŞ'ê û banga çalakiyê li jinan hat kirin.
Li bajarê Elmanya Munchenê, Însiyatîfa Jinên Kurd-Sara û Komuna Jinan, ji bo balê bikişînin ser komkujî û hovîtiya li Kurdistanê diqewime, çalakiyek lidar xistin. Li konê agahdarkirinê yê hat vedan, li ser rastiya komkujiyê wêne hatin nîşandan û belavok hatin belavkirin.
Zubeyde Akmeşe di çalakiyê de daxuyaniyek da û got, "Armanca me, protestokirina îşkenceya tazî ya li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) û balkişandina ser hovîtî û şerê qirêj ê li Kurdistanê ye. Em ê ji faşîzma tecawizkar a bi serdestiya mêr, her tim hesap bipirsin."
BANGA ÇALAKIYÊ
Di çalakiyê de bang li her kesî hat kirin ku li hemberî bûyerên li Kurdistanê diqewimin ti kes bêdeng nemînin û bi taybetî bang li jinan û saziyên jinan ên navneteweyî hat kirin ku li dijî şerê qirêj ê zîhniyeta AKP-DAIŞ'ê çalakiyan lidar bixin.