Serdanên ji bo Nobeda Wijdan û Edaletê dewam dikin
Heyetên ji ÎHD û ODP'ê, serdana wekîlên HDP'yî kirin ku nobeda 'Wijdan û Edaletê' digirin.
Heyetên ji ÎHD û ODP'ê, serdana wekîlên HDP'yî kirin ku nobeda 'Wijdan û Edaletê' digirin.
Serdanên ji bo 'Nobeda Wijdan û Edaletê' ya li Parka Yogûtçû ya Stenbolê bê navber dewam dikin. Di roja çaremîn a nobedê de, heyetek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serdana HDP'yiyan kir.
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn di dema serdanê de axivî û got, "Cara yekemîn e em ketine rewşeke bi vî rengî. Civak asê bûye. Em timî ji rewşên asê derketin. Wêrekî girîng e. Dibêjin, 'serdema Toros ên Spî' qediya ye, lê belê em di serdana Suleyman Soylû de ne, ku Agar bi gotina 'zarokê min' bi nav dike."
Piştî heyeta ÎHD'ê, endamên Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP) serdana nobedaran kirin. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ODP'ê Hayrî Kozanoglû piştî serdanê daxuyanî da û got, "Berxwedan maf e." Kozanoglû diyar kir, ew çalakiya HDP'ê gelekî watedar dibînin û wê piştgiriya xwe ya ji bo Nobeda Wijdan û Edaletê bidomînin.
Vicdan ve Adalet Nöbetimizde ÖDP heyeti adına Hayri Kozanoğlu: Haksızlıklardan vicdanı kanayan bütün kesimlerin bir arada olması gerekiyor. pic.twitter.com/Kqpva3BqLp
— HDP (@HDPgenelmerkezi) 4. August 2017