Serdana goristanan hat kirin: Em ê li pey şehîdan bin

Girseya ku serdana Şehîdên Têkoşîna Azadiyê kirin, soza bilindkirina têkoşînê dan.

Bi boneya Cejna Qurbanê li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin. Girseyên ku serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan kirin, soz bilindkirin têkoşînê dan. 

EDENE

Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Akdenîzê (AYKAYDER), li navçeya Seyhan, Ceyhan û Yûregîrê serdana goristana Kuçukoba, Asrî, Akkapi, Ceyhan Asrî û Mûtlûyê hat kirin. Li ser gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dua hatin kirin. DEM Partî, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Akdenîz Edeneyê (AATÛHAY-DER), Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes serdana goran kirin. Kesên serdana goran kirin gul danîn ser goran û dua kirin. 

AMED  

Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER),  serdana Goristana Yenikoy a navçeya Rezan kir. Li goristanê kesên ku xizmên xwe winda kirine re sersaxî xwestin û dua xwendin. Li goristanê girsê deqîqeyeke rêz girtin û piştre hevserokê MEBYA -DER'ê Mehmet Emîn Kılıç axivî. Kiliç bi lêv kir ku ew deyndarê cangoriyên azadiyê ne û got ku heta dawiyê ew ê pêy doza wan bin.

WAN 

Li Wanê jî bi pêşengiya MEBYA-DER û TÛAY-DER'ê li gelek navçeyan serdana goristanan hat kirin. DBP, DEM PArtî, parlementerên DEM Partiyê û hevşaredar û endamên meclisê beşdarî serdana goristanan bûn. Li ser goran ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û paşê dua hatin kirin. 

STENBOL

Goristana Kanarya ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê û goristana Îhlamurkuyu ya li navçeya Ûmraniyeyê hatin ziyaretkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Çîçek Otlu, rêveberên DEM Parti û gelek kes beşdarî serdanê bûn.

MÊRDÎN

Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên xwe Di Dergûṣa Şaristanan de Wenda kirine (MEBYA-DER) a Mêrdînê bi beşdariya rêveberên Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) rêveberên bajarê Mêrdînê. û Dayikên Aştiyê, Kurdistanî û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi wesîleya Cejna Qurbanê li ser gorên wan hatin bibîranîn.

Tevî endamên partiyê, malbat û Parlamenterê DEM'ê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan jî beşdarî serdana goristanê bûn. Goristana Yetîm-Dera Kamorê ya Mensuriyê (Yalım) û goristana Tizyan a ku gora Agît Îpek ku cenazeyê wî bi kargoyê ji malbata wî re hat şandin, hat ziyaretkirin. 

Serdanên goristanê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane destpê kir.

ŞIRNEX

Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê li navenda Şirnexê û navçeyên Cizîrê serdanên goristanan hatin lidarxistin. Berdevka DEM' Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Zekî Îrmez, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Cizîr, Silopiya û Deşta Darê (Sirtkoyê) û gelek endamên partiyê beşdarî serdana goristanê bûn. Pêşî Goristana Nola Rû ya ku li navenda Şirnexê ye hat ziyaretkirin. Girseyê sersaxî ji welatiyên hatin goristanê re xwest û piştre li ser gorên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin axaftinek kurt kir.

Berdevka DEM’ê Ayşegul Dogan jî got, “Ji bo me Kurdan goristan cihên tijî mirovên ku hê nemirin in. Mixabin goristan li erdnîgariya Kurdistanê tijî ciwanên me ne. Ayṣegul  ji hemû malbatan re sebr xwest û got, “Ji bo jiyanek azad, wekhev û bi rûmet canê xwe dane. Bê kêliyek dudilî xwe feda kirin. Ji ber vê yekê divê em ne tenê di gotinê de, di pratîkê de jî rêya wan bişopînin. Em soz bidin ku em ê heta dawiyê li ser rêya wan bin. Weke her welatparêzekî em li ku dibin bila bibin, bêyî ku li benda erkê bin, çi ji destê me tê divê em bikin."

Piştre dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr axivî û wiha got: “Zarokên me ji bo ziman, ax û Rêbertiya xwe ketin bin vê xakê. Ne tenê ji bo dê û bavên xwe ji bo tevahiya gelê Kurd canê xwe feda kirin. Heta em sax bin em ê di rêya zarokên xwe de bin. Em ê rêya zarokên xwe biparêzin."

Girse piştre derbasî goristana navçeya Cizîrê bû. Girse destpêkê serdana Goristana Banê Senefîsê (Yafes) kir û piştre berê xwe da Goristana Zîyareta Mezin (Asri). Girseyê ji welatiyên hatin goristanê re daxwaza hêzê kir, piştre gorên kesên di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.

Girseyê bername bi ziyareta gora Orhan Dogan bi dawî kir.