Sendîkvanên Îngilîz li dijî tecrîdê dikevin greva birçîbûnê

Sendîkavanên Îngilîz, ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan, li paytext Londonê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan dikin.

Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber ku li paytext Londonê dixebite, ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê û piştgiriyê bide berxwedêran, dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan dike.

Greva birçîbûnê wê 28'ê Sibatê (Pêncşem) li binê konekî li stasyona Manor House ya li Londonê wê dest pê bike û sê rojan bidome.

Alîkarê Serokê Giştî yê Sendîkaya Rêyên Hesinî û Ragihandinê (RMT) Steve Hedley û endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya RMT'ê Eddie Dempsey jî wê tevlî greva birçîbûnê bibin. RMT mezintirîn sendîkaya ragihandinê ya Brîtanyayê ye û 83 hezar endamên wê hene.

Steve Hedley li ser armanca çalakiya piştevaniyê ji rojnameya Morning Star re nivîsî. Di nivîa xwe de Hedley bal kişand ser daxwazên berxwedêran û diyar kirin, berxwedêrên greva birçîbûnê li edaletê digerin û bang li raya giştî ya dinyayê kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

Hedley her wiha ji şîrketên Brîtanyayî û Ewropayî xwest ku têkiliyên xwe yên bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê re bibirin.