“Şehîdên 9’ê Gulanê” li Helsînkî hatin bîranîn
“Şehîdên 9’ê Gulanê” li Helsînkî hatin bîranîn
“Şehîdên 9’ê Gulanê” li Helsînkî hatin bîranîn
Ji bo bîranîna pênc siyasetmedarên Kurd ên li Îranê hatin darvekirin, li paytexta Fînlandiya Helsînkî çalakiyek hat lidarxistin.
Bi wesîleya 3. salvegera darvekirina mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Mehdî Îslamiyan û şoreşgera jin Şîrin Elemhûlî, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK, li paytexta Fînlandiya Helsînkî, doh mîtîngek lidar xist.
Mîtîng bi beşdariya hejmareke zêde Kurdistaniyan pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre peyamên PJAK’ê Û YJRK’ê bi zimanên Kurdî û Fînî hatin xwendin û der heqê mijarê de li raya giştî ya Fînlandiyayê belavok hatin belavkirin.
Di peyamên li mîtîngê hatin dayîn de rejîma Îranê hat şermezarkirin û hat destnîşan kir, ku meha Gulanê ji bo Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd û Hêzên Şoreşger û Azadîxwaz, meha lehengiyê e.
Di mîtîngê de Serokê Tevgera Goran li Fînlandiyayê Sabah Abas peyamek da û ji ber darvekirina rejîma Îranê bi tundî şermezar kir.
Piştî axaftinan, ji bo “şehîdên 9’ê gulanê” helbest hatin xwendin û nameya mamoste Ferzad Kemanger hat xwendin.