Sedema krîza Konyayê: ‘’PKK ne rêxistina terorê ye’’
Ji ber ku wekîlê Partiya Çepgir Alexander Neu di nav şandeyê de ye, desthilatdariya AKP’ê nehiştiye ku wekîlên Elman biçine baregeha NATO’yê ya li Konyayê.
Ji ber ku wekîlê Partiya Çepgir Alexander Neu di nav şandeyê de ye, desthilatdariya AKP’ê nehiştiye ku wekîlên Elman biçine baregeha NATO’yê ya li Konyayê.
Li gel îdîaya ‘PKK’yî ye’ ya Enqerê jî, wekîlê Elman Neu tenê ji bo ku got ‘PKK ne rêxistineke terorê ye’ bû hedefa Tirkiyê.
Piştî ku komek parlamenterên endamên Komîsyona Berevaniyê ya Federal xwestin ku baregeha Incîrlikê, yekîneyên Elman ziyaret bikin û Enqerê ev daxwaz red kir hikûmeta Elman biryar dabû ku leşkerên xwe yên li vir bikişîne.
Piştî Incîrlikê di nav du dewletan de vê carê jî krîza Konyayê çêbû. Piştî ku rejîma Erdogan nehişt ku seriyekî bidin leşkerên li baregeha NATO’yê ya li Konyayê hikûmeta Merkel ku nîqaş dikir leşkerên xwe yên li vir bikişînin kovara Elman Der Spîegelê îdîayeke nû avête holê.
Der Spîegelê ku nûçeya xwe spartibû kanên dîplomatîk ên Tirk ragigand ku ji ber mijara Neu ya bi PKK’ê re Enqereyê destûr nedaye ku şandeya Elman leşkerên Elman ên li baregeha Konyayê ziyaret bikin. Lê Partiya Çepgir ev îdîa red kir.
Rayedarên Partiya Çepgir li ser Alexander Neu wiha gotin: ‘’Hem di pêşerojê de hem jî niha têkiliya Neu bi PKK’ê re çênebûye.’’ Ji ber ku wekîlê Elman Neu gotibû PKK ‘ne rêxistineke terorîst e’ tê gotin ev îdîa derketiye holê.
Ji ber ku Tebaxa bihurî Neu di radyoya Dutschlandfûnkê de li ser pirseke têkildarî PKK’ê gotibû: ‘’Li ser kirinên PKK’ê yên li Tirkiyê mirov dikare nîqaş bike bê ka terorîzm e yan na. Mirov dikare behsa terorîzma dewletê jî bike.’’
NEU: ENQERÊ 2016’AN DESTÛR DABÛ INCÎRLIKÊ
Neu got îdîaya Tirkiyê ne rast e, Neu ku ji rojnameya Neud Deuschlandê re axivî got, ‘’Wezareta Karê Derve red kir ku di hevdîtinên Enqerê de navê min nehatiye hildan.’’
Wekîlê Elman got 2016’an îstîxbarata Tirk piştî ku li ser wî lêpirsîn kiriye destûr daye ziyareta wan a ji bo Incîrlikê û got: ‘’Bi vî rengî par em çûne Incîrlikê, wê demê navê min nebû problem.’’
‘PARTIYA ÇEPGIR DIVÊ JI ŞANDEYÊ NEYÊ DERXISTIN’
Neu diyar kir ku ew nafikirin ku Partiya Çepgir ji nav şandeya ku wê biçe Konyayê derxin û got: ‘’Heke hikûmeta Federal tiştekî wiha bike ev ê were wê maneyê ku li ber Erdogan çok danîne.’’
Her wiha wekîlê Serokê Koma Partiya Çepgir Hanno Harnîsch jî got, ‘’hetîketî ye ku Partiya Çepgir ji şandeyê were derxistin. Heke destûr were dayin ji bo hemû wekîlan divê destûr were dayin.’’ Harnîsch got divê hikûmeta Merkel di vê babetê bi paş ve gav neavêje.
Partiya Çepgir di vê metirsiya xwe de ne ku ne mafdar e ji ber ku ji partiya Merkel pêşniyareke bê Partiya Çepgir hat. Wekîlê CDU’yê Johann Wadephul diyar kir ku ji partiya wan Norbert Rottgen û ji SPD’ê WolfGANG Hellmîch dikarin şandeyekê bi ji du kesan pêk hatî biçin Konyayê.
BI GUHERANDINA ALAYÊN ELMAN TAWÎZA PÊŞÎ DABÛ
Hikûmeta Merkel hem di krîza Incîrlikê de û hem jî di krîza Konyayê de jî tawîz dabû. Gulana bihurî ji bo ku Elmanya kengî bixwaze bikaribe leşkerên Elmanya yên li Konyayê ziyaret bike, bêyî ku destûrê ji Enqerê bixwaze, biryar dabû ku bi pêşniyara NATO’yê alaya NATO’yê bi balafirên AWACS’ê ve bikin.
Rejîma Erdogan bi vî rengî amaje pê kiribû ku wekîlên Elman dikarin biçin Konyayê. Lê dewleta Tirk ku endamê NATO’yê ye li ser soza xwe nema û nîvê Tîrmehê ziyareta wekîlên Elman asteng kir.
Ji bo balafirên AWACS’ê hijmara leşkerên Elman ên li Konyayê 10-20 kes in. Balafir jî girêdayî baregeha li bajarojê Geîlenkîrchenê yên Elmanya ne. Tê gotin ku leşkerên Elman ji Konyayê vekişin mîsyona parastina herêmê ya NATO’yê wê bikeve talokeyê. Ji ber ku balafirên AWACS’ê bi menzîla 400 km’yî xwedî wê taybetmendiyê ye ku dikare balafiran tespît bike û bi vê jî mekanîzmaya herî girîng a NATO’yê ye.
Hezîran 2016’an Meclîsa Federal a Elman ji bo qirkirina 1915’an a Ermenan bi piraniya dengan gotina ‘qirkirin’ê qebûl kiribû û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî gotibû ‘em ê wan wekîlên ku ew biryar erê kirine nehêlin ku werin welatê me’. Bi vî rengî jî nehiştibûn ku wekîlên Elman werin baregeha Incîrlikê.