Seroka TUHA-DER'a Edeneyê Saniye Seçkin diyar kir ku, gelek girtiyên ji bo mafê xwe ketibûn gireva birçîbûnê rastî cezayê dîsîplînê hatin û wiha got: "Bila şert û mercên ku Birêz Ocalan karibe rolê xwe bilîze pêk bên. Bila muzakere û diyalog destpê bikin. Bila cezayê li girtiyan hatine birîn bên betalkirin. Bila girtiyên nexweş bên dermankirin û serbest bên berdan."
Komeleya Xizmên Girtiyan (TUHA-DER) ya Edeneyê bi boneya balê bikşîne ser rewşa girtiyan û pêkanînên li ser girtiyan, li ber Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê ya Edeneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA'yan tedbîrên mezin girtin. Komê di daxuyaniyê de pankarta "Ji tercîdê re na, bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" vekir. Di daxuyaniyê de Rêveberên BDP, ÎHD, TUHA-DER, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê û xizmên windayan amade bûn.
Seroka TUHA-DER'ê Saniye Seçkin diyar kir ku, girtiyan piştî 68 rojan liser banga Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan dawî li çalakiyê anîn, lê heta niha hikûmeta AKP'ê tu gavên çareseriyê neavêtine. Li şûna ku pirsgirêkan çareser bike, bêtir çareseriyê dixetimîne. Destnedayîna parlementerên BDP'ê dixe rojevê."
‘GIRTÎ RASTÎ ÎŞKENCEYÊ TÊN'
Seçkîn da zanîn ku, hikûmeta AKP'ê xwe wekî hikûmeta şer îlan kiriye û ji ber vê yekê hêj rijandina xwînê didome. Seçkin destnîşan kir ku, gelek girtiyên ketine greva birçîbûnê rastî cezazê disîplînê hatin û wiha axivî: "Li Girtîgeha Tîpa Denîzliyê Hayatî Kaytan, li gel rapora "Nikare bi tenê bimîne" li gel 4 hevalên xwe bi tena serê xwe di yek hucreyê de tên hiştin. Li girtîgeha Tîpa Tekirdagê ya Hejmar 2, girtî rastî îşkenceyê hatin. li Sîncanê girtiyên jin rastî lêgerîna tazî hatin. Em wekî malbat û xizmên girtiyan dixwazin şert û mercên ku Birêz Ocalan karibe rolê xwe bilîze pêk bên. Bila muzakere û diyalog pêk bên. Bila cezayê li girtiyan hatine birîn bên betalkirin. Bila girtiyên nexweş bên dermankirin û serbest bên berdan."
Daxuyani bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.