BI DÎMEN

Yên ku bi destê PDK'ê şehîd bûn -II

Şehît Xemgîn ku sala 1992'an berê xwe da çiyê, di encama kemîna PDK'ê de şehîd bû. Xwişka wî Xecê Adem birayê xwe bi bîr anî û bang li PDK'ê kir: "Eger tu ji vê rêyê venegere gerîla wê xwe biparêze û gelê Kurd jî wê li pişt gerîla bisekine."

ŞEHÎD XEMGÎN

Şehîd Xemgîn (Mervan Adem) sala 1972'an li gundê Til Cemal ê Girkê Legê ji dayik bû, bi saya dayika xwe Xatûn û xwişka xwe Xecê Adem PKK nas kir. Di 18 saliya xwe de bi rengekî çalak ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd xebitî. Sala 1991'ê tevlî nava refên PKK'ê bû û sala 1992'an li Heftanînê di encama kemîna PDK'ê de li gel komek ji hevrêyên xwe şehîd bû. Xwişka wî Xecê Adem bal kişand ser têkoşîna Xemgîn û nerazîbûneke tund nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re da.

SERÎ LI BER REJÎMA BAASÊ NETEWAND

Xecê Adem û dayika wê Xatûn ji wan jinan bû ku hîn di salên 1980'î de ked dan Têkoşîna Azadiyê ya Kurd. Bi saya karên Xecê û dayika wê yên bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re, malbata Adem têkiliyeke xurt bi PKK'ê re danî. Xemgîn wê demê 15 salî bû û diçû dibistanê. Xecê Adem qala wê demê kir:

"Dema ku bi dayika xwe re me PKK nas kir, Mervan hîn biçûk bû. Nû dest bi lîseyê kiribû. Mervan dema ku derbasî pola 12'an bû hêdî hêdî ji malê qut bû. Gelek caran nedihat malê. Vê rewşê çend hefteyan dewam kir. Dema ku li malê bû welê nêzîk dibû ku mîna eleqeya xwe bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re nîne. Em ê piştre hîn bibûna ku Mervan bi hevalan kar dikir. Dema ku nedihat malê me gelekî meraq dikir û em diketin pey wî. Me şîret lê dikir ku bê malê û di dibistanê de serketî be. Ji pola yekemîn heta lîseyê timî dibû yekemînê dibistanê. Gelekî jêhatî bû. Dema ku me jê dipirsî bê li ku derê ye, digot ew bi dibistanê û hevalên xwe yên dibistanê re bû. Dibistana wî li Dugirka bû. Em çûn wê derê, me dît ku êdî naçe dibistanê. Piştî ku nîvê destpêkê yê pola 12'an qedand, dest ji dibistanê berda bû. Bêguman me gelekî nîqaş kir, ew bi biryar bû ku dest ji dibistanê berde û rêya xwe diyar kiribû. Digot, 'Li dibistanê zarokên Kurd bêqîmet in, timî zilm û zext li wan tê kirin. Çiqasî jêhatî jî be, bibe yekemîn jî ez Kurd im û di ber çavê rejîmê bêqîmet im'. Piştre jî tevlî nava PKK'ê bû."

LI AKADEMIYA ŞEHÎD MAHSÛM TEVLÎ PERWERDEYÊ BÛ

Şehîd Xemgîn sala 1991'ê tevlî nava PKK'ê bû. Heman salê ji bo li Akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî perwerdeyê bibe bi rê ket. Xwişka wî Xecê Adem qala wê demê kir:

"Dawiya sala 1991'ê em çûn Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz. Dayika min, bavê min û ez em çûbûn. Destpêkê em gihîştin, piştre Mervan hat. Pirsgirêka ewlekariyê hebû, ji ber vê jî em nikarîbûn demeke dirêj lê bimînin. Piştî rojekê em neçar man vegerin. Em li bendê bûn ku Mervan jî bê lê belê piştî 25 rojan hat. Komek ji hevalên xwe bi xwe re anî bû. Me hevalên wî li malên li gund bi cih kir. Tevlîbûna Mervan bandoreke mezin li dayika min û min kiribû. Ne biçûkê malê bû lê yê herî hêja bû. Zehmet bû ku em qebûl bikin ji nava me qut bibe. Cihê wî yê li malê timî diyar bû ji ber ku ew gelekî dilsozê me bû. Têkiliya me xurt bû. Li gel ku me digot 'Tu biçûk e, neçe' wî rêya xwe diyar kiribû. Em nikarîbûn jê re bibin asteng, lê mirovekî hêja bû. Wê zehmet bûya ku em hînî nebûna wî bibin. Dawiya dawî çû. Min bi destê xwe Mervanê xwe û hevrêyên wî oxir kir.

Kesayetekî têr û tijî bû. Yekî ji rêzê nebû. Dema ku diaxivî mirovan dixwest lê guhdarî bikin, ji ber ku mirov zanîbû wê qala mijareke girîng biek. Ji xwe zêde nediaxivî lê belê dema diaxivî jî kûr û bi wate diaxivî. Zanîbû ku qala çi dike. Yekî dihate hezkirin û cihê hurmetê bû. Zane û xweşbîn bû. Birçî jî bima dengê xwe nedikir, gilî û gazin nedikir. Xwedî karakterekî çêker bû, zû bi zû aciz nedibû, xwînxwar bû."

DI KEMÎNA PDK'Ê DE ŞEHÎD BÛ

Şehîd Xemgînn di sala 1992'an de li gel komek ji hevalên xwe berê xwe da çiyê. Hîn beriya ku bigiheje çiyê û bi hevrêyên xwe re çayekê vexwe, di kemîna PDK'ê de li Heftanînê şehîd bû. Xecê Adem got, "Dema ku Mervan bi rê ket şer giran bû. Di ser çûyîna wî re 17-18 roj derbas bûbû ku me agahiya şehadeta wî bihîst. Hîn negihîştibû hevalên xwe, şehîd ketibû. PDK'iyan kemîn danîbûn pêşiya Mervanê min û ji bilî yekî hemû şehîd xistibûn. Kesê ku di wê komê de bi saxî rizgar bû hat ji me re qalê kir."

Xecê Adem di dawiya axaftina xwe de ev bang li PDK'ê kir: "PDK dibêje Kurd im, lê belê destê xwe dide dewleta Tirk. Divê PDK ji bîr neke, di rojên herî zehmet de yên ku ew ji erdê rakir û piştgirî da gerîla û PKK bû. PDK ji dewleta Tirk hêvî dike, lê belê hêviyeke vala ye. Eger PDK li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevnegere û destê xwe dirêjî gelê Kurd neke, wê biqede. Yê ku alîkariyê dide dewleta Tirk xayin e. Eger PDK ji vê rêyê venegere wê gerîla xwe biparêze û gelê Kurd jî wê li pişt gerîla bisekine."