Sazî û dezgehên Êzîdî Newroz pîroz kirin

Sazî û dezgehên Êzîdî bi daxuyaniyeke hevpar Newroz pîroz kirin, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, ''Ev ji bo me metirsiyeke mezin e.''

Sazî û dezgehên civaka Êzîdî Newroz pîroz kirin, bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, ''Ev ji bo me metirsiyeke mezin e.''

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin, ''Em civaka Êzidî, hemî sazî û pêkhateyên xwe, Cejna Newrozê, Cejna serhildan û azadiyê, di serîde li gelê Kurd û hemî gelên bindest pîroz dikin û ê ku xwe bi agirê Newrozê ji bo gelê xwe feda kiriye û îro ev agir bû ronahiyek mezin ji bo gelê Kurd, Kawayê hemdem Mazlûm Dogan bi rêzdarî bi bîr tinin.

Dîsa vê cejna Newrozê, di serî de li Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û tevahiya tevgera azadiyê pîroz dikin. Weke ku tê zanîn ev 22 sal in ku Rêberê Gelê Kurd dîlgirtî ye û dijminê faşist tecrîtek xedar li ser danîne, ev çend sal in hevdîtinên wî, bi malbat û parezerên wî re qut kirine, ti agahdarî jî jê nîne, ev jî ji bo me metirsiyek mezine. ''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

"Ji ber ku ev konsepta tunekirina gelê Kurd´e, ku dewleta Tirk ev bi dehan sal in daye ber xwe, ku aliyekî vê konseptê jî, qutkirina Rêber Apo ji gelê Kurd´e, her wiha aliyek din jî ku gelê Kurd ji siyasetê dûr bixe, lewra jî vê dema dawî êrîşên dervayî axlakê siyasetê li ser siyasetmedarên gelê Kurd pêk tînin, wekîltiya wan radikin û dixwazin wan destgîr bikin û partiya wan a HDP ê bigirin.

Aliyê din jî ji bo ku vê konsepta xwe ya qirêj pêk bînin, êrîşê tînin ser Şengalê, da ku berxwedana Şengalê têk bibin, civaka Êzidî be îrade bikin û nehêlin li wir îradeyek Kurdên xwenaskirî çêbibe. Bi qurtasî, nehêlin hevdîtin bi rêber Apo re çê bibin, bi vî awayî Rêber Apo dixwazin ji gel qut bikin, siyasetmedarên gelê Kurd ji meclisê bavêjin, wan destgîr bikin, îrada gel a siyasî bişkênin, riya xweseriya Şengalê bigirin, berxwedana Êzidiyên Şengalê têk bibin û bi vî awayî serhildana gelê kurd a 29´an têk bibin û riya azadiya gelê Kurd bigirin.

Em di serî de van êrîş, gef û zextên dewleta dijmin a Tirk û hevalbendên wê bi tundî şermezar dikin û bi taybetî bang li civaka Êzidî dikin ku çi li hemberî tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, çi jî gef û xeteriyên li ser partiya gelê Kurd HDP´ê û wekîlên gel, her wiha êrîşên li ser Şengalê, bi rihê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, bi germaya Agirê Newrozê û bi bîr û baweriya Mam Zekî Şengalî û Mam Beşîr dakeven qadan û dengê şermezarkirina dijminan bilind bike.

Bijî Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, Bijî partiya gelan HDP, Bijî Berxwedana Dayikên Şengalê. Em wek Sazî û Pêkhatayên Civaka Êzîdî en Ewropayê bang li gelê xwe û gelên Rojhilata navîn dikin: Divê Newroza Îsal bibe têkbirina Dehaq Erdodan, turaniyên hevalên wî û zilimkarên Kurdîstanê. Divê Newroza Îsal bibe azadkirina birêz Ocalan û hemu girtîyên doza azadiyê. Divê Newroza Îsal bibe bingeha yekitiya gelê Kurd û gelên bindest. Divê Newroza îsal bibe têkbirina neyarên gelê me û xwînmijên Cîhanê."

Daxuyaniya hevpar li ser navê van saziyan hate belavkirin:

Sazî û Pêkhatayên Civaka Êzidî en Ewropayê, Sîwana Meclisên Jinên Êzdî SMJÊ,Navenda Yêkîtîya Komelên Êzdîyan NAV-YÊK, Hevgirtina Ciwanên Êzdî HCÊ,Navenda Çanda Êzdîxan,NÇÊ,Meclîsa Şengalê a Derveyî Welat,MŞD,Sîwana Meclisên Gundên Êzdîyan.SMGÊ,Hevbendîya Êzdîyên Sûrîyê,(Rojava HÊS )