Sarica û Ûysal ji Îmraliyê vegeriyan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal ji Îmraliyê vegeriyan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal bi boneya bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serê sibê ji Navçeya Gemlikê derbasî Grava Îmraliyê bûbûn.

Parêzeran piştî serî li Serdozgreiya Komarê ya Bursayê dan û serlêdan hat erêkirin, parêzer îro serê sibê çûn Grava Îmraliyê. Parêzer piştî çûn Îmraliye piştî nivro vegeriyan. Parêzerên ku hatin Îskeleya Guzelyali ber bi Stenbolê ve derketin rê.

Parêzer herî dawî roja 2’ê Gulanê çûbûn Grava Îmraliyê.