Sara Kaya hate sîrgûnkirin

Hevşaredara berê ya Nisêbînê Saraya Kaya ku ji aliyê rejîma Tirk ve hatibû girtin sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê hate kirin.

Kaya ji 13’ê Çileya 2017’an ve girtî ye. Kaya bi îdîaya “Yekîtî û yekparebûna dewletê xira dike” hatibû darizandin, peywîra wê hatibû desteserkirin û li cihê wê qeyûm hatibû tayînkrin.

Kaya dema destpêkê hate girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdinê, 17’ê Sibata 2017’an jî sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Wanê hatibû kirin.

Vê carê Kaya ji girtîgeha Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê hate kirin ya ku nêzî hezar kîlometre dûrtir e.

Kaya di rûniştina doza dawî ya 6’ê Mijdarê de ku li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Mêrdinê pêk hat bi rêya SEGBİS’ê beşdarî dozê bibû û biryara dewama girtibû hatibû dayîn.