Sancar: Ocalan roniya rêya me ye

Namzetê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Mîthat Sancar got “Niha dema avakirinê ye. Em ê tevî demokratan Tirkiyeyê bi rê ve bibin.” Sancar got “Wê Ocalan bibe roniya vê rêya me.”

Namzetê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Mîthat Sancar di kongreyê de derket ser dikê û xîtabî deh hezaran kes kir. Sancar bi Kurdî Erebî û Tirkî beşdar silav kir û got: “Hûn ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyê bi xêr hatin. We wêrekî û hêvî anî vir.”

DEMA AVAKIRINÊ YE

Sancar bal kişand ser pênaseya navê HDP’ê û got: “HDP çi ye? Ji bo em pênaseya HDP’ê bikin bi hezaran peyv tên bîra mirov. HDP navê partiya hêvîye ye û partiya li dijî hemû neheqiyan e. Em hêza xwe ji gel û bedelên xwe digirin. Dilê bi milyonan gel li vir lê dide.”

Sancar anî ziman ku yên ji bo bedeldayînê her ku diçin zêde dibin û got: “Helbet ne hedê min e çîroka berxwedanê ji we re qal bikim. Berxwedan çand û kevneşopiya me ye. Em partiya berxwedêrên Kurd, Tirk û kedkar û feqîran in. Em ê her tim xwedî li berxwedan û berxwedêran derkevin. Ez vê yekê pir eşkere dibêjim êdî dema avakirina jiyaneke nû ye. HDP li ser rêya avakirinê ye û wê bi ser bixîne.”

Sancar destnîşan kir ku gumana wan ji baweriya wan nîne û got: “Jixwe bê me derveta van tune ye. Bê ma nabe. Em vê yekê her tim dibêjin. Lê em bi tenê têr nakin. Çi ji destê me tê em dikin. Niha îqtîdarek xedar û bêwîjdan li hember me heye. Li gel ewqas zilm û zordestiyê dem dem abi destê hev girtinê ye. Divê em vê yekîtiyê û hevpariyê mezin bikin. Banga me li hemû aştîxwaz û demokrasîxwazan e. Di salên dawî de birînên kûr vebûn. Însan ji kar û nanê xwe bûn. Bi destê qeyûman îradeya gel hat dizîn. Girtîgehan bi însanan tije kirine û însan hatin revandin û qetilkirin. Em îradeya ku van birînan bipêçin deynin holê. Divê em li ser planek ku neheqî rabin bixebitin. Em banga vê li her kesî dikin. Em ji hemû talankirinan û neheqiyan re bêjin bes e û rawestînin. Rawestandina talanê wezîfeya me ya ewil e.”

‘DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN’

Sancar destnîşan kir ku ew dixwazin pêşiya îradeya piştevaniyê bide aştiyê were vekirin û wiha got: “Deriyê Îmraliyê vekin ku rêya aştiyê heta dawiyê vebibe. Hemû kesên aştiyê dixwazin bila bi samîmî ji vêya bawer bikin, heke rêya aştiyê vekin, teqez û teqez wê Ocalan bibe ronahiya vê riyê. Ji ber vê yekê em dibêjin tecrît tenê ne meseleya me ye. Tenê ne meseleya hiqûqî ye. Li vî welatî meseleya aştiyê heye. Em vê bangê li hemû kesî dikin. Werin em Meclîsê bixin xizmeta aştiyê. Heta aştî pêk neyê aramî jî pêk nayê. Heta refah pêk neyê demokrasî jî pêk nayê.”

BANGA LI TIRKIYE, RÛSYA Û EMERÎKAYÊ

Sancar bal kişand ser serdan û lêgerînên Tirkiyê yên li Rûsya û Emerîkayê jî û wiha got: “Em behsa aştiyek mezin dikin. Navenda aştiya mezin erdnîgariya me ye. Jêderka aştiyê axa me ye. Em bang li wan kesên ku li Astana, Soçî û Emerîkayê li pey mutabatan ango li hevkirinê ne digerin jî dikin. Mirov li hevkirinê ne li wir digere. Tu tiştekî nade we. Berevajî vê yekê wê vî welatî bixe nava aloziyan, şer û wê xwînê birijîne. Heke hûn li mutabakatê digerin, vaye Mutabakata Dombahçeyê heye. Werin em bi wê mutabatakê bimeşin. Heke hûn dibêjin na, em mutabakatek nû çêbikin. Mutabakat ne li Soçî û Astanayê ye, ne li Qesra Spî ye. Werin em li Şamê, Qamişlo û Enqereyê mutabatakan bikin. Werin em aştiya gelan li ser vê axê pêk bînin. Ewlekarî bi S-400 û patriotan nayê dabînkirin. Pêdiviya gelan a herî mezin wekhevî ye. Divê rêzgirtina gelan esas were girtin û divê îradeya gelan were nasîn. Ji ber vê yekê ji bo aştiyê em di duriyana herî krîtîk de ne. Hûnê bêjin şert guncav in gelo? Ez qala zehmetiyan nakim. Her tişt li ber çavan e. Dagirkirina Efrîn û Rojava li ber çavan e. Niha jî Idlib li ber çavan e. Ne hewce ye ku ez qala xeternakî û girîngiya vê yekê bikim.”