Sancar: Bila gumana we nebe em ê vê desthilatdariyê têk bibin!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di axaftina xwe ya li Newroza Amedê de diyar kir ku ew ê desthilatdariyê têk bibin û got, “Bila qet gumana we ji vê yekê nebe. Em ê vê desthilatdariyê têk bibin. Teqez em ê vê pergalê biguherînin.”

Fînala pîrozbahiyên Newrozê, ku di rojên dawî de li dehan navendan hatin lidarxistin, li Amedê pêk hat.

Li Parka Newrozê ya ku bi sed hezaran mirov lê kom bû, gel hêrsa xwe li dijî tecrîda Îmraliyê û polîtîkayên zextê nîşan da.

ÊŞA ME MEZIN E, EM BI HÊRS IN

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di axaftina xwe de diyar kir ku wan ev Newroz di bin siya karesata erdheja mezin de pêşwazî kirine û got “Êşa me mezin e, lê hêrsa me jî heye. Em ê vê hêrsê veguherînin têkoşînê û têkoşînê bikin vîna avakirina jiyana nû. Desthilatdariya AKP-MHP’ê berpirsyarê karesata erdheja mezin e. Vê desthilatdariyê bi polîtîkayên xwe yên talanê, bi aboriya rantê welat ber bi tinekirinê ve bir. Ev desthilatdarî hêza wêrankirinê ye. Em navê vê desthilatdariyê bi awayekî vekirî bînin ziman. Hêza wêranî, xwîn, talan û felaketê ye. Niha dema xilasbûna ji vê desthilatdariyê ye. Ev Newroz wê deng û vîna xwe bi awayekî herî bi hêz nîşan dide. Belê, teqez em ê vê desthilatdariyê têk bibin.

NEWROZ JIYANA NÛ YE

Ev desthilatdarî çavkaniyên welat vediguhêze îstîsmar, berjewendîperestî û şer. Wêranî û karesat berhemên vê zîhniyetê ne. Em aştiyê li dijî şer, jiyanê li dijî mirinê diparêzin. Di sala 2013’an de bi milyonan kesî li van qadan peyama bi hêz a aştî û çareseriya demokratîk bihîst. Di wê peyamê de jî bi agirê Newrozê meşa me ya ber bi aştiyê ve hat îfadekirin. Erê Newroz jiyaneke nû ye, ji nû ve şiyarbûna jiyanê ye. Newroz berxwedan e, vejîn e, aştî ye. Ya ku em soz didin ev e. Em ê jiyana nû ava bikin, em ê aştiya mezin ava bikin.

JI BO ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN

Polîtîkayên şer, di heman demê de bi xwe re sepaneke din jî anî. Polîtîkayên şer û tecrîd di nava hev de pêş dikevin. Di sala 2015’an de bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê re, desthilatdarî şer xist navenda vî welatî û tecrîda li Îmraliyê xist meriyetê. Divê em vê baş bibînin. Polîtîkayên şer û tecrîd tên heman wateyê. Tecrîd, sembola kûrkirina polîtîkayên şer e. Lewma em dibêjin; divê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê tecrîd bi dawî bibe. Divê tecrîda li Îmraliyê teqez bê rakirin. Em hemû ji bo aştî û çareseriya demokratîk îradeya xwe nîşan didin.

EM Ê DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê BI HEV RE TÊK BIBIN

Em ji Newrozê re dibêjin merheba, ji polîtîkayên şer re dibêjin na. Em ji kedxwariyê re, ji talanê re dibêjin na. Em dixwazin welatekî nû, jiyaneke nû ava bikin. Lewma em ji Newrozê re dibêjin merheba, ji desthilatdariya AKP-MHP’ê re dibêjin bi xatirê te. Em ê wan bi hev re têk bibin.

Em ê bi berxwedan û sekneka xurt a gelên me yên li vê qadê, bi meşa wan û bi tifaqa nû re jiyaneke nû ava bikin. Tifaqa Ked û Azadiyê, tifaqa ku me bi partiyên Kurd re çêkiriye, tifaqa ku me bi hemû derdorên rastî kedxwariyê tên ava kirî, têkoşîna me bi pêşengtiya jin û ciwanan daye destpêkirin teqez wê bi ser keve. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em ê vê desthilatdariyê têk bibin û vê pergalê teqez biguherînin.

 TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN

 Belê gelek nemaye. Di 14’ê Gulanê de em ê bi saya van tifaqên xurt re encamên baş bi dest bixin. Em ê vê desthilatdariya şer û kedxwariyê li ser sindoqan têk bibin. Em ê hêz û temînata guherîn, veguherîn, aştî û azadiyê ji vir biafirînin. Temînata veguherîna demokratîk û aştiya vî welatî em in. Hûn in. Sekn û meşa we ya bi israr e. Em ê teqez bi ser kevin.

RÊYA SÊYEMÎN

Rêya ku em tê de dimeşin, Rêya Sêyemîn e. Rêya jiyana nû, Rêya Sêyemîn e. Ev rê ber bi komara demokratîk ve diçe. Em ê komara demokratîk bi hev re ava bikin. Ew dem jî nêz in. Êşa me gelek mezin e lê hêviya me hêj mezintir e. Lê biryardariya me jî pir xurt e. Lewma em her carê dibêjin ku em ê teqez bi ser kevin.

Em ê li ser vê xakê zimanekê hevpar ava bikin. Em ruhekî nû diafirînin. Ev ziman û ruhê nû, çavkaniya têkoşînê ye. Mîna agirê Newrozê dil û rêya me ronî dike. Em baş dizanin ku heta zimanekî nû nebe, mimkin nîne ku dinya û jiyaneke nû bê avakirin. Lewma em ê ziman û jiyaneke nû ava bikin. Em ê aştiya mezin jî teqez bînin vî welatî.”

Piştî axaftina Sancar jî Komar Aryen bi cil û bergên reş derket ser dikê û stranên xwe diyarî mexdûrên erdhejê kir.