Sancar: Bi tifaqa demokrasiyê em dikarin ji vê rewşê rizgar bibin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bal kişand ser bandora polîtîkayên şer a li ser gel û got, "Eger em tifaqa demokrasiyê ava bikin, em ê ji van hemûyan rizgar bibin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bal kişand ser bandora polîtîkayên şer a li ser gel û got, "Eger em tifaqa demokrasiyê ava bikin, em ê ji van hemûyan rizgar bibin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî 4'emîn Kongreya Asayî ya 23'ê Sibatê, yekemîn civîna koma xwe ya li meclîsê pêk anî. Hevserokê nû yê HDP'ê Mîthat Sancar li civînê axivî û destpêkê spasiya Hevserokê dîlgirtî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê berê Sezaî Temellî kir.
DARBEYA 2'Ê ADARÊ
Sancar di salvegera rakirina destnedana parlamenterên DEP'ê ya 2'ê Adara 1994'an, darbeya ku li siyasetmedarên Kurd hate kirin şermezar kir.
Sancar diyar kir, zîhniyeta darbeya 2'ê Adarê ji aliyê desthilatdariyê ve tê dewamkirin û got, "Yên ku wê rojê ev zîhniyet meşandin, yên ku zîhniyeta tepisandina siyaseta demokratîk meşandin niha ji holê rabûne."
TIFAQA DEMOKRASIYÊ
Sancar bi dewamî bal kişand ser zext û zordariya desthilatdariya AKP-MHP'ê û destnîşan kir ku rizgariya ji vê desthilatdariya zordar bi têkoşînê dibe.
Sancar got, "Ji 2'ê Adarê heta niha em bi serbilindî li ser piyan man, em mezin bûn, mezin dibin û dimeşin. Ji ber ku em hêvî ne. Di sala 1994'an de jî heman biryardarî hebû. Ji ber ku em di siyaseta demokratîk de israr dikin, ji ber ku me serî li ber zextan netewandin em rabûn ser piyan û meşiyan.
Werin em bi hev re tifaqa demokrasiyê ava bikin, pîvanên bingehîn ên ku em li ser dikarin bibin yek, li hev bikin tespît bikin. Em nirxên bingehîn binirxînin û rêyeke nû ji bo welêt destnîşan bikin. Werin em li hev kom bibin û dawî li vê rêveçûnê bînin. Bi rengekî wekhev û azad em bimeşin. Bi vî rengî em dikarin dawî li polîtîkayên şer û talanê bînin, dawî li rijandina xwînê bînin."
'EW DERFETA ME YA AVAKIRINA TEVGERA AŞTIYÊ HEYE’
Sancar polîtîkayên şer ên desthilatdariyê rexne kir û got: "Em dizanin dema şer dest pê bike yên ewil mexdûr dibin feqîr in. Hem zarokên xwe hem jî keda xwe winda dikin. Çimkî ev şer wê ji cihekî werin fînansekirin. Her bombeyek tê avêtin, her gule tê avêtin û her balafira radibe xwedî bihayek zêde ye. Dema em li mehek dawî dinêrin tiştên neyînî yên aborî ku diqewimin divê hûn bi baldarî bibînin. Dema hûn li berîk û mitbexa xwe dinêrin her tişt li ber çavan e. Ev şer ewil li we û li me dide. Ji ber vê yekê divê em kedkar, jin û ciwan bi hêz ji şer re bêjin na. Em dibêjin ku derfetek me yê herî baş û bi hêz em aştiya Rojhilata Navîn pêk bînin heye. Em li vir bang li hemû gelên Rojhilata Navîn ku şer wan tengav kiriye û bûne mexdûrên şer dikin. Werin em hemû bi hev re yekîtî, bêyî ferqa sînoran bê kirin, bêyî ferqa baweriyê were kirin, em li tu sînoran guhdar nekin tevgera aştiyê ava bikin. Werin em tevgerek aştiyê ya herî bi qewet ava bikin.
HEKE EM NEYÊN GEL HEV…
Em li Rohilata Navîn parêzvanên aştî û wekheviyê ne. Em wekheviya navbera gelan wek şertê biratiyê dibînin. Em wisa bi hêz in ku dikarin hemû şerên barbarî û baronên wê rawestînin. Dema em şer rawestînin em ê bi hêz bibin. Em bang dikin; werin em dest bidin destê hev û aştî û demorkasiyê li Rojhilata Navîn bikin dengek hevpar. Heke em dest nedin hev wê ev tifaqên heyî, bazariya xwe ya şer dewam bikin. Em dibêjin di bingeha hemû tifaqan de berjwendî û şer heye. Sibê roj jî wê di bin navê îmarkirina van bajarên hatine xerabekirin de wê çavkaniyên wir talan bikin. Ji ber vê yekê mirovên Rojhilatên Navîn ên hêja, rewşenbîr, birayên me yên ji her netewî û baweriyê, bi baldarî liv ê bangê guhdar bikin û guh bidin vê bangê.
Mafê her gelekî ye ku mafên wî werin nasîn. Em rê nîşanî desthilatdariyê nedin werin em rê nîşanî mafan bidin. Em ne li cem desthilatdaran, li cem gelan cih bigirin. Em di nava wan de bin û di nav wan de bimeşin. Wê demê em dikarin aştiyê bînin Rojhilata Navîn. Dema em aştiyê pêk bînin wê desthilatdar nikaribin razên. Wê hêvî bêtir xurt bibin û rûyê însanan bikene. Werin em vê erdnîgariyê ji erdnîgariya miriyan û kuştiyan derxin. Hin kes behsa şerên sedsalan dikin. Em ê jî berevajî vê bêwestan qala aştiyê bikin. Em ê ji bo aştî, demokrasî û edaletê têbikoşin. Em ê destûr nedin şerên wan.
KRÎZA PENABERAN KRÎZA MIROVATIYÊ YE
Wê erdnîgariya Rojhilata Navîn, Mezopotamya, Anatoliya bibe erdnîgariya aştî û biratiyê. Wê heta hetayê ev têkoşîna me bidome. Yên ku herî zêde bûne mexdûrên şer penaber in. Qey mirov dibêje penaberan şer derxistiye û niha wan kirine amûra destê xwe û hemû fatûreyê bi wan didin razandin. Krîza penaberan krîza mirovatiyê ye. Her êrişa li dijî penaberan êrişa li dijî mirovatiyê ye. Di vê mijarê de em neçarin tevgerek gel a bi hêz bihonînin. Penaber bûne mijara bazarê. Nav û cihê çareseriyê û navê hêviyê ji bo penaberan aştî ye.
LI HER DEVERÊ AŞTÎ
Em dibêjin li Rojhilata Navîn aştî û li welat aştî. Pirsgirêk bi şer nayê çareserkirin. Heta ku şer pêk were û aştî pêk neyê wê li ser vê axê êş hebe û hêsir bibarin."