Sancar: Bi meşa xwe ya wêrekiyê em ê pêşî li faşîzmê bigirin!

Wekîlê HDP'ê Sancar, destnîşan kir, ku li Tirkiyeyê edalet bi temamî têk çûye û diyar kir, ew ê bi meşa xwe ya wêrekiyê pêşî li faşîzma AKP'ê bigirin. Sancar got, "Hemû hevalên me yên li her cihî li ber zilmê radibin, wê li hev bicivin."

Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'ê Mîthat Sancar, li Stenbolê di çalakiya "Nobeda Wijdan û Edaletê" de rojev nirxand.

Sancar diyar kir, desthilatdarî qîma xwe bi zext û qedexeyê ne aniye û niha nebaşî jî li vê yekê zêde kiriye.

Sancar got, "Li Tirkiyeyê em di demeke welê de ne, ku edalet bi temamî têk çûye. Êdî îroniyeke reş û tarî ye ku mirov qala edaletê bikin. Ji ber ku sîstemê edalet têk bir. Edalet ancax bi şiyar û daxwaza mazlûman dikare watedar bibe."

Sancar ragihand, taybetmendiya bingehîn a sîstemên otorîter; zext, qedexe û zilm e û wiha dewam kir: "Lê belê, pira derbasbûna nava rêveberiya faşîst, nebaşî ye. Her rêveberiya otorîter ji ber xwe ve faşîst nabe. Eger nebaşî û zordarî lê bê zêdekirin, eger bi rengekî kêfî zext li mirovan bê kirin, hingî ev ê were wê wateyê ku wê rêveberiyê berê xwe daye faşîzmê."

Sancar got, "Bala xwe bidin vê parkê, bi hezaran polîsan bi bendan dor lê girtine. Xuya ye cihê yekane dara hişk a li parkê dane me. Qedexe heye, zilm heye û niha nebaşiyê jî davêjin ser."

Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'ê Mîthat Sancar di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku desthilatdarî ditirse û got, "Ji çi ditirse? Sûcên xwe, neheqiyên kiriye, nebaşiyên kiriye gelekî zêde ye. Rêveberiyeke bi vî rengî ji liv û tevgereke biçûk a gel jî ditirse. Zane ku wê hesab bê pirsîn. Em ê vî hesabî bipirsin. Em ê bi hemû hêzên ji demokrasiyê bawer dikin, tevbigerin. Ne lazim e ku illehî mase bê danîn û tifaq bê kirin. Em ê vê yekîtiyê li kolanan, li parkan çêbikin. Ti civak nikare bê edaletî û nebaşiyeke ewqasî mezin rake. Wê teqez rêyeke derketina ji vê rewşê bibîne."

Prof. Sancar di dawiya axaftina xwe de got, "Rastî li dijî derewan, edalet li dijî zilm û talanê, wijdan li dijî nebaşiyê. Hemû dostên me yên li girtîgehê li dijî zilmê li ber xwe didin, hemû hevalên me yên li her cihî li ber zilmê radibin; em ê li hev bicivin û bi vê meşa xwe ya wêrekiyê pêşî li faşîzmê bigirin."