‘Salvegera Geziyê destpêkekî nû ye’

Bavê Berkîn Elvan Samî Elvan û Berdevkê Platforma Geziyê û Şehîdên Geziyê Volkan Kesanbîlîcî, diyar kirin ku salvegera Berxwedana Geziyê despêkekî nû ye.

Bavê Berkîn Elvan Samî Elvan ê di dema çalakiya geziyê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin û Berdevkê Platforma Geziyê û Şehîdên Geziyê Volkan Kesanbîlîcî, bi boneya 4’emîn salvegera Berxwedana Geziyê ji ANF’ê re axivîn.

‘YEKÎTIYEKÎ DÎROKÎ KU BI TÎPÊN ZÊRÎN BÊ NIVÎSAN DINE’

Bavê Berkîn Elvan ê 14 salî Samî Elvan ê di Berxwedana Geziyê de dema ku guleya bombeya gazê ya polîsan bi serê wî ket û piştî berxwedana jiyanê ya 269 rojan û şûnde jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku salvegara 4’emîn a Geziyê destpêkekî nû ye. Elvan wiha got: “Gezî, di dîroka welatê me de, yekîtiyeke kû bi tîpên zêrîn bê nivîsandine. Wê neyê jibîrkirin. Elvan bibîr xist ku Geziyê gelek tişt bi welat da qezençkirin; hat diyarkirin ku mirov dikarin xwe bi azad îfade bikin, çi dixwazin û çi naxwazin bi awayekî vekirî li kolanan qîr kirin. Elvan wiha pêde çû: “Hêviya ku xweza neyê texrîbkirin, di welatekî ku her kes di nava şatiyê de, bê ku têlek ji mûyê zarokan biqete, bijî hesreta wê bû. Em salvegera 4’emîn a Berxwedana Geziyê, hêvî dikin bidawî bûna zextan, rojnamevan nekevin girtîgehan, li welatekî ku hiqûq û edalet bê bicih, pêşwazî bikin.Bi hesret û hêviya ku bidawî nebe, wê Geziyê bide jiyîn.

 ‘FORMÎLA TÊKOŞÎN DIVÊ MÎNA YEKÎTIYA GEZIYÊ BE’

Berdevkê Platforma Geziyê û Şehîdên Geziyê Volkan Kesanbîlîcî yê di dema Berxwedana Geziyê de guleyên pilastîk ên ku polîsan ji wesayîta zirxî davêtin û di hundirê wan de bîlyayên risas hebûn û ji çavê xwe yê çepê birîndar bibû û çavê xwe winda kiribû, diyar kir ku piştî Geziyê 4 sal derbas bû û got: “Ev 4 sal bi xwe îfadekirin û bi paqijkirina sûcê li ser me dihate sepandin ve derbas bû.” Kesanbîlîcî destnîşan kir ku Gezî yek ji berxwedana herî paqij û aştiyane bû û wiha pêde çû: “Dewlet tevî 3 salan kete pey ku ji Geziyê rêxistina terorê derbixe, lê di dawiya van 3 salan de ne ji Geziyê, ji nava saziyên dewletê rêxistinên terorî derketin. Di dema Geziyê de, amîrên emniyetê yên ji bo me digotin; ‘Xayînên welat’ û ‘Terorîst’ roja darbeyê bi tankan bi cil û bergên leşkerî derketin. Em dîsa paqij, li ser piya û serbilind in.Divê em hê bêhtir ji bo Geziyê têkoşînê bikin,formîla wê jî divê mîna yekîtiya Geziyê bin.”