BI DÎMEN

Salîha Zorlu: Divê qanûna pîşeyî bi şûn de bê kişandin

Hevseroka Egîtîm-Sen a Şaxa Hejmara 1 a Amedê Salîha Zorlu bertek nîşanî pêşnûmeya ku wê di Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê de guhertinê çêbike da û got ku divê demildest pêşnûme bi şûn de bê kişandin.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê pêşnûmeya ku wê di Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê de guhertinê çêbike, pêşkêşî Meclîsê kirin. Ji ber ku der barê baştirkirina mûçeyên bingehîn û mafên şexsî yên mamostayên ku di sektora taybet de dixebitin ti made tineye, rê li ber bertekên mamostayan vekir. Tevî hemû îtîrazên kedkarên perwerdehiyê jî 8 made ji komîsyonê hatin derbaskirin.

Hevseroka Egîtîm-Sen a Şaxa Hejmara 1 a Amedê Salîha Zorlu pêşnûmeqanûna ku di Zagona Pîşeyî ya Mamosteyan de guhertinan çêdike ji ANF'ê re nirxand.

Zorlu got: "Em weke Egîtîm-Senê dixwazin ku ev pêşnûmeqanûn bi şûn de bê kişandin. Di vê pêşnûmeqanûnê de mamoste nînin. Di pêşnûmeqanûna pîşeyî de hewcedariyên mamosteyan cih nagire, pirsgirêkên aborî ji nedîtî ve tê û ji derveyî rastiya perwerdehiyê ye. Ev pêşnûmeqanûna pîşeyî bi mebestên nijadperestî û neteweperestî hatiye çêkirin. Daxwazên mamosteyên ku di dibistanên taybet de dixebitin nabîne û nêzî milyonek hevalên me yên ku nehatine tayînkirin hene. Em dixwazin demildest ev pêşnûmeqanûn paşve bê kişandin û di parlamentoyê de derbas nebe.”

EV PÊŞNÛME LI SER NIJADPERESTIYÊ HATIYE AMADEKIRIN

Salîha Zorlu bal kişand ser pirsgirêkên kedkarên perwerdeyê û wiha dewam kir: "Wezareta Perwerdeya Neteweyî di van salên dawîn de weke berdevkê mezheb û cemaetan tevdigere, divê daxwazên kedkarên perwerdeyê bi cih binîn. Weke hûn jî dizanin akademiyên perwerdehiyê yên ku di vê pêşnûmeyê de ye, weke sepaneke nû li pêş me ye. Em vê wekî pêkanîneke pir xeternak dibînin. Ev pêkanîn çi ye? Ji bo kesên ku fakulteyên perwerdehiyê diqedînin bernameya perwerdeya akademiyê heye. Heke di fakulteyên perwerdeyî kêmanî hebe ev di bi berpisyariya desthilatê de ye. Xwendekarên fakulteyê bi zext û binpêkirina mafan re rû bi rû ne. Em weke kedkarên Egîtîm-Senê di her platformê de bi dengeke bilind vê dibêjin; mafê kar û ewlehiyê mafê hemû mamosteyan e. Ji bo hevalên me bibin kadro nêzî 10 sal derbas dibe. Di vê pêşnûmeyê de ev heye; hevalên me yên mafê kadrobûnê bi dest xistine, di lêpirsîna 2 mufetîşan de dikarin wan ji vî mafî dûr bixin. Em di wê baweriyê de ne ku bi vê pêşnûmeyê wê ev pirsgirêk kûrtir bibe. Perwerde ji bo desthilatê qadeke taybet e. Desthilatdarî ji bo hegemonyaya xwe berfireh bike qada perwerdehiyê bi kar tîne. Di warê perwerdeyê de ku bi mebestên nijadperestî û netewperestî hatiye afirandin, hewl didin hegemonyayeke nû ava bikin.”

BERPIRSYARÊ VÊ REWŞÊ DESTHILATA AKP-MHP'Ê YE

Salîha Zorlu anî ziman ku di pêşnûmeyê de rûmeta mamosteyan jî tê paşguhkirin û wiha bi dawî kir: “Sedema metirsiya li ser perwerdeyê desthilat bi xwe ye. Yê ku fakulteyên perwerdehiyê bêkalîte kirin, tifaqa AKP-MHP'ê bi xwe ye. Budçeya ku ji bo qada perwerdehiyê tê cudakirin, gelekî kêm e. Divê daxwazên kedkarên perwerdeyê bên bicihanîn.”