Salih, derbarê avakirina Mûsûlê bi ÛNESCO’yê re civiya
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, ji bo avakirina Mûsûlê li Parîsê çû serdana navenda ÛNESCO’yê.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, ji bo avakirina Mûsûlê li Parîsê çû serdana navenda ÛNESCO’yê.
Cara pêşîn e ku Serokkomarekî Iraqê diçe navenda ÛNESCO’yê ya li Parîsê. Berhem Salih di serdanê de bi Gerînendeya Giştî ya ÛNESCO’yê Aûdrey Azoûlay re civiya.
Mûsûl a ku çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de ew dagir kiribû, di şerê sala 2017’an de hilweşiyabû.
ÛNESCO ya ku rêxistine çand, zanist û perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye di çarçoveya ‘Zindîkirina giyanê Mûsûlê’ ji gelek welatan nêzî 100 milyon dolar pere kom kiribû.
Vê projeya ku ew ê bi qasî 5-10 salan bidome, wekî projeya herî girîng a ÛNESCO’yê tê dîtin. Ji ber hilweşandin gelek zêde ye û li her derê hê mayîn hene, pêkanîna projeyê wê bi dijwarî pêk were.
Aûdrey Azoûlay daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku, “Ji bo başkirina mîrateya çanda hevpar û bi zindîkirina jiyana çandî, gelên Mûsûlê dikarin bibin aktorên nûkirina bajarê xwe.”
Li gorî ÛNESCO’yê ji bo proje bi ser bikeve divê gelên herêmê di warê pîşeyên ji bo avakirina herêmê divê werin perwerdekirin. Gelên Iraqê di Kanûna borî de ji bo avakirina minareya El Nûrî dest bi xebateke sembolîk kiribûn. Şefê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bexdadî di sala 2014’an de li vê camiyê xelîfetiya xwe ragihandibû.
Tê payîn ku Berhem Salih bi Serokkomarê Fransayê Emmmanûel Macron jî bicive.