Saetên danişînên Demîrtaş guherîne

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş ji bo danişînên sibe anîn Girtîgeha Sîncanê. Saetên danişînê guherînê.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîn, ji bo du  danişînên ku sibe wê li Girtîgeha Sîncanê werin dîtin an anîn Eneqerê. Demîrtaş berê sibehê ji Girtîgeha Tîpa F’yê ya Edîrneyê anîn Girtîgeha Sîncanê.

HDP: SAETÊN DANIŞÎNÊ GUHERÎN

Bûroya Çapemeniyê ya HDP’ê diyar kir saetên danişînê yên ku sibe li hêwana nimroya 2’yan a Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hatin guhartin. Danişîna pêşî ya Demîrtaş saet 14.00’an  wê were dîtin. Danişîna duyemîn jî piştî ya yekê wê pêk were.