SÎHA’yan li Qamişlo bombe li dikanekê barand

Li Qamişloyê SÎHA’yên girêdayî dewleta Tirk bombe li cihekî taybet ê hilberandina kabloyên elektirîkê barand.

SÎHA’yên girêdayî dewleta Tirk li taxa Qenat Siwês a Qamişloyê bombe li cihekî kar ê taybet barand. Êrîş di saet 18:30’î de pêk hat. Di êrîşê de xebatkarek birîndar bû.

Şêx Zên ê yek ji xebatkarên dikanê bû, got: “Balafira keşfê ya bê mirov demekê li ser dikanê firiya. Piştre jî bombe kir. Hevalekî me birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê."