Hamît Geylanî bi merasîmeke girseyî li Şemzînanê hat veşartin

Gultan Kişanak û Tûncer Bakirhan di merasîma cenazeyê Geylani de axivîn û anîn ziman ku ew ê ji bo "aştiyeke birûmet" têkoşîna xwe bidomînin.

Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Serdema 23’yan ê Colemêrgê, nivîskar û helbestvan Hamît Geylanî ku li nexweşxaneya Enqereyê lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Dêman ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji hêla hezaran kesan ve hat veşartin.

Cenazeyê Geylanî danê sibehê ji Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê anîn Balafirgeha Selahaddîn Eyyûbî ya Geverê. Ji wir ji bi konvoyek ji hezaran kesan pêk dihat birin gundê Deman ê navçeya Şemzînanê.

Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, endama Şandeya Îmraliyê û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan, nûnerên gelek partî û rêxistinên demokratîk, malbat û hezkiriyên Geylanî beşdarî merasîma cenaze bûn.

Piştî bicihanîna erkên olî, cenazeyê Geylanî li goristana gundê Dêman piştî nimêjê hat veşartin. Girseyê qurnefîl danin ser gora Geylani.

GULTAN KIŞANAK: EM Ê AŞTIYEKE BIRÛMET DIYAR BIKIN

Piştî merasîmê Gultan Kişanak axivî û diyar kir ku wan hevalekî xwe yê bi qîmet winda kir û got: “Me rojekê jî li rûyê kekê Hamît bêhêvîtî nedît. Di demên herî dijwar de jî Kekê Hamît di dilê me de bû tîrêjên hêviyê. Kekê Hamît ewqasî evîndarê gelê xwe bû, ji bo welatê xwe her saniye di nava têkoşînê de bû. Têkoşîn, berxwedan û welatparêzî ji bo me hemûyan hişt. Em ê aştiyeke bi rûmet pêşkêşî we û hemû hevrêyên xwe yên mîna Geylanî bikin.”

BAKIRHAN: AŞTÎ BI XWEZIYAN PÊK NAYÊ

Piştre Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axivî û ev tişt anî ziman: “Sebrê ji hemû gelê Colemêrgê, Şemzînan û gelê Kurd re dixwazim. Îro em gelekî xemgîn in, ji ber ku me hevalekî kedkar winda kir. Ji bo gelê xwe kedeke mezin da. Di zindanan, êşkence û gelek zextan de ma, lê dîsa jî bi israr têkoşiya. Tenê daxwaza wî ew bû ku ev pêvajo serbikeve û aştiyeke bi rûmet bê. Hevrê, bav û hevalê me di jiyana xwe de nivîsî, siyaset kir û heta kêliya xwe ya dawî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn da.”

Li ser navê malbatê Seyît Nurettîn Geylanî jî spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesan kir û got: “Ez şerm dikim ku bêjim birayê Hamît im. Ew birayê herkesî bû. Ez bejna xwe bi rêzdarî li ber mîrateya wî ditewînim. Em hêvîdar in ku hêviyên Hamît ên aştî û azadiyê bi aştiyê bên xemilandin. Ji ber ku yekane hêvî û daxwaza wî têkoşîn bû û her tim bi gelê Kurd re bû.”

Piştî axaftinan malbatê li ber mizgefta gund şîn danî û siyasetmedar û girseyê jî serdana şînê kir.