Çeteyên dewleta Tirk ketin Helebê
Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ketin navenda Helebê.
Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ketin navenda Helebê.
Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ketin navenda bajarê Helebê. Çeteyên ku ji 26’ê Mijdarê û vir ve bi hêzên hikûmeta Şamê şer dikin, êvara 27’ê Mijdarê dest bi pêşveçûnê kirin û ketin navenda bajarê Helebê.
Hêjayî bibîrxistinê bû ku hêzên rejîmê bersiv nedan komên ku ber bi navenda bajêr ve diçin. Kanalên televîzyonê yên nêzî hikûmetê îdia kirin ku Serfermandariya Sûriyeyê ferman dane hêzên xwe yên li Helebê ku saet ji 18.00’an ve dest bi valakirina herêmê bikin.
Li aliyê din gelê ku li herêmên di bin kontrola rejîma Şamê ya Helebê de dijîn, berê xwe didin taxên Şêxmaqsud û Eşrefiye yên Rêveberiya Xweser a di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).