Sabahat Tûncel: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe em azad nabin

Siyasetmedar Sabahat Tûncel diyar kir ku li Îmraliyê rejîmeke taybet tê meşandin û got, "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de be em azad nabin."

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi beşdariya siyasetmedar Sebahat Tûncel û parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordû bi mijara “Em li dijî tecrîdê têkoşîna azadiyê dikin, li dijî desteserkirina îradeyê pêşengên jinûve avakirinê ne” gotûbêj hat lidarxistin. 

Bername li eywana Jîn Artê hat lidarxistin û gelek kes tev li gotûbêjê bûn û ji bo cangoriyên azadiyê rêz hat girtin. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordû bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku têkoşîna li dijî tecrîdê didome. Ayten Kordû diyar kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan û îdeolojiya azadiya jinê hêz û mezinbûnê dide wan û got, "Hemû pêkanînên dijdemokratîk bi tecrîdê destpê kirin. Tecrîda ku li Îmraliyê destpê kir, li ser hemû beşên civakê didome. Divê di sedsala duyemîn de polîtîkaya înkar û îmhayê bê rakirin, ger neyê rakirin wê Tirkiye demokratîk nebe. Divê em bi rol û mîsyona xwe ya sereke bilîzin û tevlî têkoşînê bibin."

‘DIVÊ EM VÊ SÎSTEMÊ JI HOLÊ RAKIN’

Piştre siyasetmedar Sebahat Tûncel jî axivî û bi bîr xist ku ji sala 2015’an vir ve ew bi tundiyek dewletê ya sîstematîk re rû bi rû ne û dewletê çi kir û çi danî pêşiya xwe bi ser nexist û dê nikaribe bi vê polîtîkayê bi ser bikeve. 

Sebahat Tûncel destnîşan kir ku ew her çiqas tehliye bûbûn jî lê ew hê jî ne azad in û got: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtî be, em jî nikarin azad bibin. Heta em vê pergalê hilnewişînin, azadî û aştî nayê Tirkiyeyê. Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Girtîgeha Girava Îmraliyê ye. Li Îmraliyê rejîmek taybet tê birêvebirin û di dewrê de ye. Heke ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, dê her dem krîz li Tirkiyeyê pêk werin. Dewlet dixwaze rêyên siyaseta demokratîk bigire. Eger ev rê bê girtin, wê bibe sedema tundiyê. Kurd tundiyê naxwazin, dewlet şîdetê dixwaze. Çawa ku Kurd dibêjin 'demokrasî, aştî, azadî', dewlet dibêje 'tu terorîst î, tu nikarî vana bixwazî', "Terorîzma esasî desteserkirina ziman, nasname û mafên çandî yên Kurdan e. Înkarkirina hebûna mirovan sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.”

‘EM Ê PÊŞÎ XWE AZAD BIKIN’

Sabahat Tûncel anî ziman ku li hemberî van hemû bûyeran avakirina aştiya civakî berpirsyariya sereke ye û wiha bi dawî kir: "Em daxwaza aştiyê nakin. Em dibêjin em ê bi civakê re jiyaneke nû ava bikin. Weke jinên rêxistinbûyî em ê pêşî xwe azad bikin. Wê demê em ê civakê azad bikin, di encamê de tirs, zext û girtin heye Divê em serdemek nû bidin destpêkirin.

Bername piştî pirs û bersivan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.