Nirxandina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bi dengên AKP'ê hat redkirin

Lijneya Giştî ya Meclîsê ji bo biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê rewşa Can Atalay de binirxîne kom bû. Biryar bi dengên AKP'ê hat redkirin.

PARLAMENTERIYA CAN ATALAY

Lijneya Giştî ya Meclîsê li ser daxwaza partiyên muxalefetê ji bo biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê parlamenterê girtî Can Atalay binirxîne civîneke awarte li dar xist. Di civînê de parlamenterê TÎP'ê Ahmet Şik axivî. Dema ku Şik diaxivî parlamenterê AKP'ê Alpay Ozalan êrîşî wî û Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît kir.  

Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê betalkirina parlamenteriya Can Atalay bi dengên parlamenterên AKP'ê hat redkirin. Meclîs heta 1'ê Cotmehê ket betlaneyê.