BI DÎMEN

Li Sydneyê 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê bi coş hat pîrozkirin

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi çalakiyek girseyî pîroz kir.

PÎROZBAHIYA 15’Ê TEBAXÊ


Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurd a Awûstralyayê Brûsk Ayverî diyar kir ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bûye mîladek û wiha axivî: “Em ji Rêber Apo û PKK’ê re spas dikin ku em anîne vê rojê. Rêber Apo, PKK û gerîla yekane rastiya ku wê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bigihîne azadiyê ye. Weke gelê Kurd parastina van nirxan erka me ye.”


Hevserokê DKTM’ê Tîmûr Tatvan jî di çalakiyê de axivî û got, “Bi 15’ê Tebaxê Pêngava Vejîna re gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar bû. Ji ber ku gerîla hêza bingehîn a parastina nirxên Kurdistanê ye, bi her cûre êrîşên mêtinger û îxanetkaran re rû bi rû ye. Dijmin jî dizane ku heta gerîla li ber xwe bide wê ti hêz nikaribe rê li ber meşa azadiya gelê Kurd bigire.”
Hîndekara Zanîngeha NSW’ê yê Awûstralyayê Dr. Vîckî Sentas beşdarî pîrozbahiya 15’ê Tebaxê bû û axaftinek kir. Dr. Vîckî Sentas bi gotina “Hevalên hêja, ez gelek kêfxweş im ku vê êvarê bi we re me” dest bi axaftina xwe kir û wiha dewam kir: “Ev 20 sal in ez têkoşîna azadiya Kurd ji nêz ve dişopînim û bi serbilindî piştgirî didim têkoşînê. Ji bo PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê yên li Awûstralya, Ewropa û Îngilîstanê bê derxistin bi awayekî çalak beşdarî kampanyayên siyasî bûm. Ez alîgireke xurt a Tevgera Azadiya Kurd im. Ez di wê baweriyê de me ku projeya Konfederalîzma Demokratîk a ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, ji bo azadiya mirovahiyê gelekî girîng e."

Piştî xwendina helbestan, Hozan Xanemîr û Ozgur Ardil derketin ser dikê û stran gotin. Hunermendê mêvan Seyda Perînçek bi konsera muzîkê kêliyên bi coş bi beşdaran da jiyîn. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.