Çalakiyên ji bo girtiyên nexweş didomin: Jiyana wan di xetereyê de ye!

Çalakiyên ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran didomin. Di çalakiyan de bal kişandin ser rewşa Devrîm Ayik, Fadîme Çelebî, Mehmet Zekî Karataş û ev tişt anîn ziman: "Jiyana wan di xetereyê de ye."

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 646'an a çalakiya "Rûniştina F" de li ber avahiya komeleyê daxuyanî dan. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar e û li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê girtin.

Nîmet Tanrikûlû diyar kir ku Ayik di sala 2006'an de di encama qezayekê de çavekî wî bi temamî kor bûye û çavê din jî ji sedî 10 dibîne û wiha got: “Ayik, ji bilî pirsgirêka çavê wî ji sedî 76 rapora astengdariyê heye û di pêvajoya dermankirinê de hatiye girtin. Tevî ku ji bo li nexweşxaneyê bê dermankirin hat tehliyekirin jî berdana wî tê astengkirin û jiyana wî di xetereyê de ye.”

ENQERE
Li Enqereyê endamên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 518’an de hatin gel hev û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Endamên Înîsiyatîfê li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin kom bûn û bal kişandin ser rewşa girtiya bi nexweşiya giran Fadîme Çelebî ya li Girtîgeha Tîpa L a Edîrneyê tê girtin.

Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Nûray Çevîrmen diyar kir ku rewşa Fadîme Çelebî her ku diçe girantir dibe.
 
ÎZMÎR
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê  ji bo balê bikişîne ser rewşa giritiyên nexweş, li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Komakê daxuyanî da. Çalakiya ku ketiye hefteya 515’an, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Zekî Karataş (69) ê di Girtîgeha Burdurê de tê girtin.  

Rêveberê şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek di daxuyaniyê de diyar kir ku Karataş di 11’ê îlona 2011’an de hatiye girtin û wiha axivî: “Diviya Karataş di cotmeha 2023’yan de bihata berdan lê belê ji ber Lijneya Îdare û Çavdêriyê poşmantiyê lê ferz kir, berdana wî hate taloqkirin.” Çîçek xwest temen û nexweşiyên Karataş berçav were girtin û demildest were berdan.