Girtiyên PKK û PAJK'ê: Heta ku em agahiyê ji Rêbertiya xwe bigirin wê çalakiya me bidome

Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Kayserî Bunyanê tên girtin gotin, "Heta ku em agahiyê ji Rêbertî bigirin wê çalakiya me bidome."

DAXUYANIYA GIRTIYAN

Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Kayserî Bunyaê  daxuyanî dan.

Daxuyaniya girtiyan wiha ye:

"Berî her tiştî em silavên xwe ji her kesî re dişînin. Em silavên xwe ji dayikên li derve bûne dengê me re dişînin. Çalakiya me ya li girtîgehan ji 27'ê Mijdarê û vir ve dewam dike. Piştî 4'ê Nîsanê me çalakiya xwe derbasî qonaxeke cuda kir. Heta daxwazên me bûn qebûlkirin wê ev çalakî bidome. Bi salan e em agahiyê ji Rêbertiyê nagirin ev tişteke ne ji rêzê ye. Tecrîda li Îmraliyê tê meşandin niha li hemû girtîgehan tê meşandin. Jixwe bi derve re têkiliya me tune ye. Nameyên ku em dinivîsin bi hincetan tên astengkirin. Bi awayekî dixwazin tecrîd domdar bibe. TEcrîda li Îmraliyê û girtîgehan tê meşandin tu mînaka wê li cîhanê tuneye. Sîstema Îmraliyê li tu devera cîhanê tuneye. Mafê hemû girtiyan heye bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Lê Rêbertî û hevalên wî bi cezayên dîsîplînê ji van mafan bêpar tên hiştin.

Wezareta Edaletê li ber çavê hemû cîhanê derewan dike û bi awayekî bêşerm dibêje 'tecrîd nîne'. Ev gotin ne gotinên bên qebûlkirin. Her roj em ji rewşa Rêbertiyê di nava fikaran de ne. Divê malbat, gelê me, parêzerên demokrat û hemû beşên civakê vê bêhiqûqî û tecrîda li ser Rêbertiyê qebûl nekin. Weke girtiyên PKK’ê û PJAK’î heta ku em agahiyê ji Rêbertî bigirin wê çalakiya me bidome. Divê gelê me yê welatparêz demildest ne tenê bi daxuyaniyan bi çalakiyên nû û xurt bibin dengê me bigihînin her derê û li dora Rêbertî bibin yek, tecrîdê bişkînin."