Di nav xwarina girtiyên jin de gule derket
Di nav xwarina girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dîl tên ragirtin de gule derket.
Di nav xwarina girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dîl tên ragirtin de gule derket.
Hate hînbûn ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê di nav xwarina girtiyan de gule derket. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di makaronaya zebzeyan a ku di 1’ê Gulanê de li qawîşa A-9 dabûn girtiyan guleyek hat dîtin.
Li ser vê yekê girtiyên ku girtek girtin, serî li rêveberiya girtîgehê û dozgeriya girtîgehê dan.