Dayikên Aştiyê û ÎHD’ê piştgirî dan Emîne Şenyaşar 

Dayikên Aştiyê û ÎHD’ê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya ku Emîne Şenyaşarê li ber Wezareta Edaletê didomîne.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji alî parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, bi daxwaza ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e,  ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn li Enqereyê li ber wezareta dadê di roja 59’emîn de berdewam kir. 

Dayikên Aştiyê û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên serdana Emîne Şenyaşarê kirin, polîsan ew asteng kirin. Ferît Şenyaşar bertek nîşanî vê da û got: "Em bi salan e çalakiya xwe didomînin. Nêzî du meh in me çalakiya xwe veguhastiye vir. Em her roj çalakiya xwe li dar dixin û heta edalet pêk bê em ê bidomînin." 

Piştî çalakiya rûniştinê ya bi ÎHD'ê û Dayikên Aştiyê re malbata Şenyaşar li vir fititrî û paşê çû Meclisê.