Polîs êşkence li ciwanên Erdogan rexnekirin kir

Du ciwanên ku li Edeneyê di sohbeta di navbera xwe de rexne li Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan kirin rastî êrîşa polîsan hatin.

ÊŞKENCEYA POLÎSAN

Du ciwanên DEM Partiyê yên ku dema li ser Kolana Înonû ya navçeya Seyhan a Edeneyê dimeşiyan di nava xwe de Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan rexne kirin, li nîvê kolanê rastî êşkenceya polîsan hatin.

Ciwanên ku destên wan ji paşve kelepçe kirin, li otobusa polîsan siwar kirin û di wesayîtê de jî rastî îşkenceyê hatin.

Ciwanên ku saetekê di wesayîta polîsan de hatin ragirtin, gaza îsotê li rûyê wan reşandin.

Herdu ciwan piştî mudaxeleya parêzeran serbest hatin berdan.