'Li girtîgehan polîtîkaya kuştina bi demê re tê meşandin’

Li Stenbolê ji bo girtiya nexweş Leyla Aygun, li Enqereyê jî ji bo Sabrî Yavûz daxwaza serbest berdanê hatin kirin. Hat diyarkirin ku li girtîgehan bi polîtîkayeke zanebûn pêşiya dermankirina girtiyên nexweş digirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya 626'emîn a "Rûniştina F" ya ku her hefte li dar dixe, li ber avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê li dar xist. Di çalakiyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Leyla Aygun a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin,  pankart û wêneyên girtiyên nexweş hatin vekirin.

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Nîmet Tanrikûlû diyar kir ku li girtîgehan pêşîgirtina dermankirina girtiyên nexweş  polîtîkayeke bi zanebûn e û anî ziman ku bi vê yekê hewl didin girtiyên nexweş di nava demê de bikujin. Nîmet Tanrikûlû got ku mînaka vê Îsmet Çardak ê ku pêşî li tedawiya wî hat girtin û 15 roj piştî berdana xwe jiyana xwe ji dest da.

ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 498'an de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê hatin cem hev. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dermankirin mafek e û nayê astengkirin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan" hat vekirin.

Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku bi qasî ku ÎHD'ê diyar kiriye di girtîgehan de hezar û 517 girtiyên nexweş hene û 651 jê nexweşên giran in. Çevîrmen di çalakiya xwe ya vê hefteyê de anî ziman ku girtiyê 75 salî yê bi nexweşiya giran Sabrî Yavûz ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmara 2’an a Sîncanê girtî ye, rewşa tenduristiya wî xerabûye û xwest ku Yavûz demildest bê berdan.