Peyama girtiyan a ji bo Newrozê: Werin em li dora azadiya Rêbertiyê bên ba hev

Girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji Newroza Rihayê re peyam şandin û gotin, “Agirê ku di nava me de dişewite, wê venemire. Werin em li dora azadiya Rêbertiyê bên ba hev.”

NEWROZA RIHAYÊ

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Rihayê ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bi beşdariya deh hezaran kesî hat lidarxistin  bi xwendina peyama girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de û bi stranan bi dawî bû.
Girtiyan diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 118 roj in di greva birçîbûnê de ne û gotin ku gelê Kurd ev 200 sal in di mercên faşîzmê de dijîn û ev tişt anîn ziman: “Komarê ji bilî zilmê tiştek ji bo kedkaran ne anî û tu caran tawîz ji dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdistanê û gelan neda.  Ji bilî qirkirinê tiştek ji bo Kurdan û gelan ne anî. Serok Apo di vê demê de derket holê û ji sîstemê re got bes e. Mîrasa Şêx Seîd û Seyîd Rizalayan dewr girt. Di dîroka gelan de cara ewil bi paradîgmayeke derveyî dewletê kete rê. Lewma rastî xezeba Nemrûdî hat û ev 25 sal in di mercên êşkenceyê de tê dîlgirtin. Bila her kes bizane ku tehemûla me ya li hemberî Rêberê neazad û Kurdistana bêstatû nema ye. Lewma jî weke zarokên we, rêhevalên we, xwişk û birayên we me bedenên xwe dan ber birçîbûnê. Divê her kes li dora nirxên kolektîf ên gelê Kurd û azadiya Rêbertiyê de bê gel hev. Zindan çiqas sar û hucre çiqas tarî bin jî dê agirê di dilê me de venemire û ruhê me tu caran sar nebe. Em Newroza we tevan pîroz dikin û we tevan vedixwînin berxwedan û têkoşîneke kolektîf. An azadî an azadî.” 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya Rihayê ku bi deh hezaran kes tev li bûbûn, bi stranên Koma JinMA’yê û gerandina govendê bi dawî bû.