3'emîn rûniştina 122 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd ên ji doza KCK'ê tên darezandin li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sîlîvriya Stenbolê bi xwendina îdîanameyê berdewam dike. Polîs û leşkeran tedbîrên mezin girtin.
3'mîn rûniştina 122 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd ên di sala 2011'an de di bin navê operasyona "KCK"'ê de hatin binçavkirin û girtin bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" û "di rêveberiya rêxistinê de cih digirin, li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê ya li Sîlîvriyê berdewam kir. Ji ber ku doza "Ergenekon"ê jî dihat dîtin leşkeran li derdorê kampusa Sîlîvriyê tedbîrên mezin girtin. Kesên ku dixwazin bên rûniştinê bişopînin jî ji ber ewlehiya leşkeran li dûrî salonê ji maşîneyan dadikevin û piştî meşek dirêj xwe digihînin salonê.
Doza KCK'ê ya li salona mezin hate dîtin, bi xwendina îdîanameyê berdewam kir. Di rûniştinê de Prz. Gonul Erdem jî di nav de 3 girtî amade nebûn. Di rûniştinê de spîkera TRT'ê îdîanameyê dixwîne. Xwendina îdîanameyê ji rûpela 925'an dest ê kir.