Rûniştina doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin

Rûniştina doza rêveber û nivîskarên rojnameya Ozgur Gundemê lê dihatin darizandin, hate taloqkirin.

18'emîn danişîna doza darizandina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Huseyîn Aykol, Midura Karê Nivîsê Reyhan Çapan û nivîskarên Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin, li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rêveber û nivîskarên rojnameyê bi îdîayên "Pesnê sûc û sûcdar dayîn", "Propagandeya rêxistinê kirin" û "Bi zanebûn sûc kirin" tên sûcdar kirin. Parêzerên rojnamegeran beşdarî danişînê bûn.

Heyeta dadgehê sedem qebûl kirin û danişîn taloq kir.