Rûniştina doza kujerê Berkîn Elvan dest pê kir

Di doza kujerê Fatîh Dalgali de ku bi rengekî negirtî tê darizandin, rûniştina sêyemîn dest pê kir.

Berkîn Elvan, di dema Berxwedana Gezî de li Okmeydani ya Stenbolê roja 16'ê Hezîrana 2013'an ji ber fîşeka gazê ya polîsan ji serê xwe birîndar bûbû û piştî ku 269 rojan di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ma, jiyana xwe ji dest dabû. Rûniştina sêyemîn a doza li ser kuştina Berkîn Elvan, li 17. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir. Polîsê kujer Fatîh Dalgali ku bi rengekî negirtî tê darizandin, ji Wanê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû.

Welatiyên ku ji bo şopandina rûniştinê hatin ber edliyeyê, li gelek cihan hatin kontrolkirin. Ev lêgerîn û kontrola ji ber edliyeyê dest pê kir heta nava salona rûniştinê dewam ikr. Rojnamevanên ji bo şopandina rûniştinê hatin û malbata Elvan jî hatin kontrolkirin.

Ji ber ku piraniya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel ku parêzeriya vê dozê dikin hatine girtin, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHP) jî di navê de gelek rêxistinên hiqûqê parêzeriya malbata Elvan dikin.