Rûniştina 'Doza çapemeniya KCK'ê' berdewam dike
Rûniştina 'Doza çapemeniya KCK'ê' berdewam dike
Rûniştina 'Doza çapemeniya KCK'ê' berdewam dike
Duyemîn civîna 7. rûniştina "Doza çapemeniya KCK'ê" ku 20 jê girtî 46 rojnamevanên kurd tên darizandin, bi parastina nûçegihana berê ya DÎHA'yê Ulkem Evrîm Kepenek berdewam dike.
Duyemîn civîna 7. rûniştina "Doza çapemeniya KCK'ê" ya ku 20 jê girtî 46 rojnamevanên kurd ên tên darizandin, di 15. Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ku li pêşberê Cihê Saziyên Înfaza Cezayê ya Sîlîvriyê ye berdewam dike. Ji rojnamevanên girtî Yuksel Genç tevlî rûniştinê nebû, 11 rojnamevanên negirtî tên darizandin di rûniştinê de amade bûn. Rûniştina ku gelek xizmên girtiyan jî beşdar bûn de, piştî tespîtkirina nasnameyan parastina nûçegihana berê ya DÎHA'yê Ulkem Evrîm Kepenek ku di nîvî de mabû destpê kir. Kepenek, diyar kir ku beriya ew dest bi parastina xwe bike dixwaze li ser xelata ku ji hêla Serokomar Abdullah Gul ve daye Ahmet Kaya biaxive. Serokê Dadgehê Alî Alçik, xwest parastinê bidomîne û got ku "Ji kerema xwe re em parastina xwe bidomîn in. Xelatdayîna Ahmet Kaya û parastin tu eleqeya xwe bi hev tune ye. Parastinê piştguh nekin."
Kepenek, di berdewama parastina xwe de zext û sansura datînin ser çapemeniya Tirkiyeyê bi mînakan vegot û diyar kir ku li hemberê hemû zextan rojnamevanan li berxwe dane û di her rewşê de xizmeta gel kirine. Kepenek, da zanîn ku di Tirkiyeyê de saziyeke wek e çapemeniyê ku rastî şîdetê hatine ti sazî tune ye.
Kepenek, di parastina xwe de ji rojnameya kurd a yekemîn di Tirkiyeyê de derketî ji Hawar destpê kir û bal kişand ser dîroka kevneşopiya çapemeniya kurd. Kepenek, bibîrxist ku piştî di 30'ê Gulana sala 1992'an de rojnameya Ozgur Gundem derket û hate girtin jî bi navên cuda kevneşopiya çapemeniyê berdewam kir. Kepenek, destnîşan kir ku ligel navê wê hate guherandin jî di nava gel de her tim bi navê Ozgur Gundem ma ye û wiha got: "Bi tevahî 580 hejmara rojnameyê hate weşandin derheqê 486 hejmarê de doz hate vekirin, rojnamevan û edîtoran jî 147 sal cezayê hepis û bi pereyê wê demê 21 milyar lîre cezayê pereyê hate dan. Bi navê Ozgur Ulkeyê di 28'ê nîsanê 1994'an de weşanê berdewam kir, sê buroyên rojnameyê di 4'ê kanûna 1994'an de di heman demî de hate bombe kirin. Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da 21 xebatkarên wê jî birîndar bûn. Emirê bombekirinê ji hêla Serokwezîrê demê Tansu Çiler ve hatibû dayîn û ev bi belgeyan jî derkete holê. Ligel hate bombekirin jî rojname navber nexiste weşanê û berdewam kir." Kepenek, anî ziman ku nûnerê herî girîng a kevneşopiya çapemeniya azad Ozgur Gundem piştî 17 salan ji xwendevanên xwe re deriyê xwe vekir. Kepenek, wiha got: "Rojnameya ku di salên 1990'an de bi nûçeyên derxistî re hemû veşartinan derxistiye holê û misyonek mezin girt ser xwe, ji bo hemû têgihiştinên paşerojê ya kevneşopiya çapemeniya kurd a 20 salî bi pêş bixe bi surmanşeta 'Em mîrateya we dewir digirin' weşana xwe ya nîvî mabû berdewam kir. Lê rojname dîsa ji pêkûtiyan xilas nebû. Derheqê rojnameya Ozgur Gundemê de di 24'ê adara 2012'an de cezayê mehek girtinê hate dan."
Rûniştin bi parastina Kepenek ê berdewam dike.