Rûniştina 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê pêk hat

Rûniştina 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê pêk hat, ku rojnamevan lê tên darizandin.

"Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" ku 8 sal in dewam dike û 45 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê lê tên darizandin, îro rûniştina wê ya 20'emîn li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Parêzer tevlî rûniştinê bûn.

Parêzer Ozcan Kiliç xwest ku Yuksel Genç ji derveyî rûniştinan bê hiştin û heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl kir.

Rûniştina dozê ji bo 4'ê Adara 2021'ê hate taloqkirin.

Di operasyona 20'ê Kanûna 2011'an de ya li dijî rojnamevanên Kurd hate kirin, 46 rojnamevan hatibûnd estgîrkirin û 32 ji wan di 24'ê Kanûna 2011'an de hatibûn girtin.