Rola Kurdan a di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de wê li Berlînê bê nirxand

Li paytexta Elmanya Berlînê wê bi sernavê "Rola Kurdan a di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de" semînerek ji bo rojekê were lidarxistin.

Tevî aktorên siyasî yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê wê gelek siyasetmedar û zanyarên Elman jî tevlî semînerê bibin. 

Saziya bi navê Enstîtuya Dîplomasiya Çandê, ku li paytexta Elmanya Berlînê ye, wê ji nîqaşeke girîng re malovaniyê bike. Li vê enstîtuyê, ku komxebatên neteweyî û navneteweyî tên lidarxistin, îro semînerek bi sernavê "Di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de aktorê herêmî: Kurd" tê lidarxistin.

Semîner bi hevkariya Enstîtuya Dîplomasiya Çandî û Nûnertiya Rojava-Bakurê Sûriyeyê li welatên Benalûxê (Belçîka, Hollanda û Luksembûrg) pêk tê. Di semînerê de wê zor û zehmetiyên têkoşîna dijî DAIŞ'ê bê vegotin.

Siyasetmedarên Elman ên ku Kurdistanê ji nêz ve dişopînin, wê weke qiseker li semînerê amade bin. Her wiha wê nêrînên xwe yên ji bo destekkirina Kurdan li qada navneteweyî bînin ziman.

Semîner wê heta êvarê dewam bike û ev kes wê weke qiseker lê amade bin: Dîrektorê Enstîtuya Dîplomasiya Çandê Mark Donfrîed, ji Nûnertiya Rojava-Bakurê Sûriyeyê ya li welatên Benalûxê Avîva Steîn, Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Yûsif Mihemmed Sadik, parlamenterê Partiya Çep a Elman Andrej Hûnko û Hevserokê PYD'ê Salih Muslim.