Rojnameya Yenî Yaşam weke ‘sûc’ hate dîtin û dest danîn ser
Di operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê hate kirin de, Rojnameya Yenî Yaşam weke ‘sûc’ hate dîtin û dest danîn ser.
Di operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê hate kirin de, Rojnameya Yenî Yaşam weke ‘sûc’ hate dîtin û dest danîn ser.
Operasyonên qirkirina siyasî hema bêje her roj li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tên.
Di vê çarçoveyê de saetên danê sibehê li Amedê di operasyona Komeleya Jinan a Rosa kirin hedef de, 22 jin hatin destgîrkirin.
Di serdegitinên li ser malan hatin kirin de, dest danîn ser belgeyên têkildarî endamtiya HDP’ê, dîsa pirtûkên ne qedexe û Rojnameya Yenî Yaşam weke ‘sûc’ hatin nîşandan û dest danîn ser.
Di serdegirtina li Komeleya Jinan a Rosa jî lênûsa biryaran a fermî jî dest hatiye danîna ser.
Li ser dosyaya lêpirsînê ku tê zanîn lîsteyeke destgîrkirina 35 kesî heye, biryara sînordariyê heye.